WHO: Di 24 saetan de 259 hezar û 848 kes bi Covît-19 ketin

  • cîhan
  • 10:27 19 Tîrmeh 2020
  • |
img
NAVENDA NÛÇEYAN - WHO aşkere kir ku di 24 saetên dawî de li tevahiya cîhanê 259 hezar û 848 kesên nû bi vîrûsa corona (Covît-19) ketin. 
 
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO), der barê belavbûna vîrûsa coronavirüs (Covid-19) de agahiyên dawî parve kir. WHO aşkere kir ku di nava 24 saetên dawî de li tevahiya cîhanê 259 hezar û 848 kesên nû bi vîrûsa corona (Covît-19) ketine û li tevahiya cîhanê kesên bi vîrûsê ketin 13.8 milyon mirov derbas kirin. Di 24 saetên dawî de jî 7.360 kes bi vîrûsê mirin.