Seroka MPKE'yê Pasqûîer: Divê operasyon bê rawestandin 2019-10-12 21:02:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Seroka Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê (MPKE) Lîlîane Maûry Pasqûîer, bang kir û got: "Divê ev operasyona leşkerî bê rawestandin."    Seroka Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewropayê (MPKE) Lîlîane Maûry Pasqûîer, bi awayekî nivîskî daxuyanî da û nerazîbûna xwe ya ji bo êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bilêv kir. Pasqûîer, got: "Divê ev operasyona leşkerî bê rawestandin."    Pasqûîer, got: "Wê ev operasyona li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo herêmê bibe cihê rageşiyên mezin û wê ji bo gelên herêmê jî bibe cihê felaketên mezin."