Ermenîstan û Azerbaycanê vexwendina Moskovayê erênî pêşwazî kirin 2020-10-09 12:35:59   NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrên Karên Derve yên Ermenîstan û Azerbaycanê bersiva erênî dan vexwendina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin.    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimir Putin ji bo şerê li Qerebaxê di navbera Ermenîstan û Azerbaycanê de her du welatan vexwend paytext Moskovayê. Her du welatan jî bersiva erênî da vexwendnameya Putin. Hat ragihandin ku wê Wezîrên Karên Navxweyî yên Ermenîstan û Azerbaycanê li Moskovayê bicivin.