Xelata Tip a Nobelê ya 2020'an hat dayîn 2020-10-05 14:03:18   NAVENDA NÛÇEYAN - Xelata Tip a Nobelê ya 2020'an, ji bo Mîchael Hoûghaton ê Îngilîz, Harvey J. Alter û Charles Rîce yê Emerîkî yên ku şewba Hepatîf C keşf kiribûn, hat dayîn.    Mîna her salê, îsal jî Xelata Tip a Nobelê ya 2020'an ji aliyê Weqfa Nobelê ve hat dayîn. Akademiya Nobel a li Swêdê Xelata Tipê ya Nobelê da Mîchael Hoûghaton ê Îngilîz, Harvey Alter û Charles Rîce yê Emerîkî. Vê komê Hepatîf C keşf kiribû. Ev her sê kes ji ber tevkariyên wan ên xurt ên têkoşîna li dijî hepatîtê, hatin xelatkirin.   Li gorî Rêxistina Tendirustiyê ya Cîhanê li tevahiya cîhanê her sal 70 milyon kes bi hepatîtê dikevin û nêzî 400 hezar kes jî dimirin. Lê tê diyarkirin ku bîlançoya rastîn girantir e.