Li Afganistanê lehî rabû: 15 jê zarok 16 kes mirin 2020-08-02 10:56:01   NAVENDA NÛÇEYAN – Li Afganistanê ji ber barana zêde lehî rabû û 15 jê zarok 16 kes ji ber lehiyê jiyana xwe ji dest dan.   Li bajarê Nangarhar ê rojhilatê Afganistanê ji ber barana zêde lehî rabû. Ji ber lehiyê 15 jê zarok 16 kesan jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku ji bilî mirina 4 kes jî ji ber lehiyê birîndar bûne.    Her wiha hat gotin ku lehiyê xesareke mezin daye malên li herêmê.