Ji sendîkayan ji bo Ocalan mitînga online 2020-07-15 10:30:45   NAVENDA NÛÇEYHAN – Sendîkayên ku li Îngilistanê ji bo azadiya Ocalan kampanya dimeşînin, dibêjin “Dem hat” û ji ber vîrûsa koronayê sibê bi mitîngeke online dê bên gel hev.   Sendîkayên ku li Îngilistanê ji bo azadiya Ocalan kampanya “Freedom for Öcalan” (Ji Ocalan re azadî)  dimeşînin, dê sibê ji bo Ocalan mitîngeke online li dar bixin. Rêveberên kampanyayê, hefteya borî daxuyaniyeke wiha dabûn: “Sînordarkirinên ku ji ber vîrûsa koronayê hatibûn ferzkirin, tên sistkirin û hejmareke zêde karkerên ewropî ji tecrîdê dertên. Li her çar aliyên dinyayê karker dîsa ji azadiya xwe sûd werdigirin. Kampanya Freedom for Öcalan a sendikal a brîtanyayî, bi armanca bangên xwe yên azadiya Ocalan nû bike, di 16’ê tîrmehê de mitîngeke online li dar dixe. Dem hat!”   Dê mitîng ji aliyê hevserokên kampanyayê Sekreterê Berê yê Giştî yê Yekitiya Mamosteyên Neteweyî (NÛT) ChrÎstÎne Blower û Dîrektorê Navneteweyî yê Sendîkaya Ûntîte’yê Sîmon Dûbbîns ve bê organîzekirin.    LI HER DERA DINYAYÊ TEVLÎBÛN ÇÊBIBE   Di mitîngê de wê parlamentere Partiya Karkeran Lloyd Rûssell-Moyle û Sekreterê Giştî yê Sendîkaya TSSA’ê Manûel Cortes axaftin bikin. Her dû jî piştgirên kampanyayê û parastvanên gelê kurd in. Her wiha Lloyd, di nav heyeta siyasetmedarên îngilistanî ku sala borî çûbûn Rojava de jî cih girtibû. Manûel Cortes jî sala borî tevlî delegasyona aştiyê ya Îmraliyê bûbû.   Li gelek cihên dinyayê sendîkavan û siyasetmedarên kurd û îngilîz tevlî mitîngê bibin.    KAMPANYA BI MILYONAN TÊ BIRÊVEBIRIN   Kampanya “Freedom for Öcalan” (Ji Ocalan re azadî), di sala 2016’an de ji aliyê Sendîkaya Unite the Union ku milyon û nîv endamê wê hene û Sendîkaya Genel Îş’ê (GMB) ku 800 hezar endamê wê hene ve li Kamara Avamê hatibû destpêkirin. Kampanya ji aliyê sendîkayên bi navê UNITE, GMB, FBU, ASLEF, TSSA, RMT, USDAW, PROSPECT, GFTU, PCS, EIS, TUC, THOMPSONS SOLICITORS, CWU û NEU ku bi milyonan endamê wan hene ve tê birêvebirin.