Ji bo xwarina Navenda Giştî ya AKP'ê hunermendên dewletê hatin peywirdarkirin

img

ENQERE - Sendîkaya Kedkarên Çand, Huner û Turîzmê, bi van gotinan, 'Tê xwestin ku, hunermend, kom û koroyên dewletê yên berpirsyariya wan a xizmet dayîna gel heye, bikin lîstika qesrê.' bertek nîşanî peywirdarkirina hunermendên dewletê ya ji bo xwarina Navenda Giştî ya AKP'ê da.

 
6'emîn Civana Jinan a Rêveberiyên Herêmî ya Navneteweyî ku ji aliyê AKP'ê ve tê lidarxistin, li ATO Congresiumê dest pê kir. Piştî civîna ku Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan jî tevlî bibe, dê xwarin ji beşdaran re bê dayîn. Sendîkaya Kedkarên Çand, Huner û Turîzmê ya girêdayî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), diyar kir ku ji bo organîzasyona xwarinê hunermendên dewletê jî hatine peywirdarkirin û bertek nîşanî rewşê da. 
 
Sendîkayê diyar kir ku Koma Dansên Gel a Dewletê, Koroya Muzîka Tirk a Klasîk a Dewletê û Koroya Muzîka Gel a Dewletê ji bo bernameya xwarinê ya AKP'ê hatine peywirdarkirin û bi van gotinan bertek nîşanî rewşê da: "Tê xwestin ku, hunermend, kom û koroyên dewletê yên berpirsyariya wan a xizmet dayîna gel heye, bikin lîstika qesrê." Her wiha sendîkayê daxwaz kir ku peywirdarkirina hunermendan bê betalkirin.