Ma Muzîkê ji stranan pirek çêkir

img

AMED - Ma Muzîkê, pirtûka “Me ji stranan pirek çêkir” a ku bi zaravayên kurdî yên kurmancî, kirmanckî û soranî û bi zimanê ermenkî û tirkî 25 stran têde hene, amade kir. Di pirtûka ku 10 kesan amade kiriye de 6 stran ên gelerî ne û 19 stran jî nû hatine amadekirin.

 
Akademiya Ma Muzîkê ya ku bi felsefeya “Li her derê muzîk, ji bo herkesê muzîk” û pewistiya muzîkê ya perwerdehiya ziman derketiye rê, bi zaravayên kurdî yên kurmancî, kirmanckî, soranî û bi zimanê ermenkî û tirkî pirtûkeke 25 stran têde hene, amade kir. Di pirtûka ku 10 kesan amade kiriye de 6 stran ên gelerî ne û 19 stran jî nû hatine amadekirin. Kordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar derbarê pirtûk û konsera ku dê di 13’ê Kanûnê de li dar bixin de ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.
 
'PIREKE JI STRANAN'
 
Kanîwar, diyar kir ku xwestine bi pirtûkê pirekê çêbikin û wiha got: "Niha li vî welatî tenê kurd najîn. Kurd jî hem kurmanc, zaza, soran hene. Em saziyeke perwerdehiya muzîka kurdî ne di eslê xwe de, lê em li welatekî ku pir çand û pir gel lê dijînin. Em dixwazin bi riya stranan çanda li ser vê axê bi zarokan bidin fêr kirin. Di vê pirtûkê de pênc stranên ermenkî, pênc stranên tirkî hene. Me dixwest pênc stranên erebî jî hebin. Lê mixabin me xwe negihand naveroka stranan ên gelerî. Di pirtûkê de pênc stranên her sê zaravayên kurdî, pênc yên tirkî, pênc yên ermenîkî jî gelerî ne. Li ser vê axê pir netew dijîn. Em dixwazin li gorî neteweya demokratîk çanda hemû netewan bidin naskirin. Em tenê netewekê bidin naskirin, em ê tenê bimînin. Mirov bi riya wêne, fîlm û xêzan dikare çandan bide naskirin.”
 
'JI SEDÎ 95 BERHEMA MA MUZÎKÊ YE'
 
Kanîwar, anî ziman ku weke saziya mûzikê dixwazin bi rêya mûzikê di navbera çand û gelan de bibin pirek û wiha berdewam kir: “Me ji stranan pirek. Ji sedî 95’ê muzîkan bi hassasiyeteke mezin ji aliyê Ma Muzîkê ve hatine nivîsandin. Aranjeyên wan jî ji sedî 95 li Ma Muzîkê hatine amadekirin. Zarok û stranbêjên Ma Muzîkê ketine studyoyê û qeyd kirine. Piştî ku ev xebat biqede dê weke albumekê li ser medya dijîtal, medya civakî, qanala me ya youtubê û Zarok TV'yê bên weşandin. 25 stran bi metodên cuda dê fêrî zarokan bên kirin.”
 
'PIRTÛK ÇAVKANIYA FÊRKIRINÊ YE'
 
Kanîwar, da zanîn ku pirtûka wan li ber çapê ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di 13’ê Kanûnê de em ê bi konserekê danasîna vê pirtûkê bikin. Em ê di konserê de danasîna stranên di nava pirtûkê û armanca wan bikin. Beriya 2020'an wê bi awayekî dijital hemû stran li cîhanê belav bin. Di amadekirina pirtûkê de ji bo aranjeyê 3, ji bo metodê 6, ji bo qeydkirina studyoyê 3 û yek jî di mîx û masterê de bi giştî 10 kesan di vê xebatê de cih girt. Ev xebat ji bo sala pêş dê bibe bingeha projeya xebateke din. Em ê bi projeyeke mezintir xebatên xwe berdewam bikin. Em armanc dikin ji destpêka avakirina Konservatûara Aram Tigran û heta niha hemû berhemên ku me berhev kirine qeyd bikin. Wekî çavkaniya fêrkirinê dê li ber destê me bin. Ev pirtûk di heman demê de pirtûka fêrkirina 25 stranan e.”
 
MA - Fahrettîn Kiliç