Çalakiyên Parka Koşûyolûyê didomin

img
AMED - Çalakiyên Parka Koşûyolûyê, bi stranên hûnermendên Mala Hûnerê ya Laleş îro jî berdewam kirin.
 
Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, di dawiya her hefteyê bi dirûşmeya "Jiyan ya me ye, gotin a me ye" li Parka Koşûyolûyê bi navê "Çalakiyên Koşûyolûyê" çalakiyên hunerî li dar dixe. Di çarçoveya vamn çalakiyan de îro jî hunermendên Mala Hunerê ya Laleşê Mesût Gever, Hesen Med û Ehmed Jiyara li Parka Koşûyolûyê derketin ser dikê û stran gotin. Beşdarvanan jî bi çepikan kêfxweşiya ya ji bo stranan nîşan da.