Galaya belgefîlma ‘Sakli Hac’ hat kirin

img

AMED - Galaya belgefîlma "Xaça Veşartî (Sakli Hac)" a ku qala ermeniyên kirine misilman dike li Eywana Sînemayê ya Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat pêşandan. 

Galaya belgefîlma "Xaça Veşartî (Sakli Hac)" a ku qala ermeniyên li navçeya Gêlê ya Amedê piştî komkujiya ermeniyan a di sala 1915'an de kirine misilman dike li Eywana Sînemayê ya Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat pêşandan. Di galayê de Hevşaredara navçeya Gêlê Gulistan Ensarîoglû û bi sedan welatî tevlî bûn. Di serî de hunermend Zîlan Tîgrîs û Istepan Epremyana stranên xwe pêşkeş kirin. Piştî wan hunermend Sasa Serap jî stranên xwe pêşkeş kirin. Hûnermendan stranên xwe bi zaravayên kurmancî û kirmanckî yên kurdî, ermen û tirkî gotin. Beşdarvanan bi baldarî guhdar kir. Piştî stranan belgefîlm hat pêşandan. 
 
‘EV BELGEFÎLM JI BO ME XWEREXNEDAYINEKE’
 
Piştî belgefîlm qediya derhêner Altan Sancar û Serhat Temel ser belgefîlmê axaftinên kurt kirin. Serhat Temel diyar kir ku ev belgefîlm çîroka zarokatiya wan bû û wiha axivî: “Em dizanin ku ev mesele bi lêborîn xwestinê tenê tê niximandin. Heke rastî xeletiyek hebe, divê bi vê re were hevrû bûn. Ev belgefîlm ji bo me hevrûbûneke û xwerexnedayîneke. Hêvî dikim ku ev bibe wesîleya hevrûbûneke civakî.”
 
'YA GIRÎNG HEVRÛBÛNE'
 
Altan Sancar jî destnîşan kir ku ew neviyê malbatek ermene ku hatiye misilmankirin û wiha got: “Çi bibe bila bibe eybek heye û em ê vê eybê ne niximînin, mecbûrin ku em biçin ser vê eybê. Lê ji bo me ya girîng hevrûbûn e, leborînek têrê nake." Sancar destnîşan kir ku hemû nebaşiyên li ser vê axê di 1915’an de dest pê kirine û wiha berdewam kir: “Hemû tişt bi polîtîkaya qirkirinê ya ermenan dest pê kir. Weke siyasetmedarê girtî Sirri Sureyya Onder gotî ‘me ne dihişt ku li wî ermenî bixin’. Heke me ne hiştibûya li wî ermenî bixin niha hewce nedibû ku em têkoşîna demokrasiyê bidin. Ev demsala ku Tirkiye tê de derbas dibe bingehê wê belkû di sala 1915’an hatiye avêtin. Heke em rastiya bi sala 1915’an re hevrûbûn wê demê hinek tişt dê werin guhertin.”
 
Piştî axaftinan temaşevan belav  bûn.