'Dînên' Nisêbînê kir belgefîlm

img

MÊRDÎN – Li Nisêbînê, derhênerê ciwan Resûl Kaya, jiyana "dînan" kir belgefîlm. Navê belgefîlma Kaya "Meşa Koran" e. 

Li Nisêbîna Mêrdînê derhênerê ciwan Resûl Kaya, jiyan û têkiliya bi civakê ya berastengên zihnî yên li navçeyê kir belgefîlm. Navê belgefîlmê "Meşa Koran" e. Kaya, niha hewl dide belgefîlma xwe ji mîhrîcanên fîlman re bişîne. Kaya ku çawa Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Çûkûrovayê kuta dike, belgefîlma xwe dikişîne. Kaya, bi kameraya xwe daye pêyî "dînên" li navçeyê û piştî xebateke bi mehan belgefîlam xwe temam dike. Niha Kaya ji bo belgefîlma xwe bigihîne Mîhrîcana Fîlman a Kurd a Parîsê, rotuşên dawî dike. 
 
‘KES ÊN LI DERÎ XELEKÊ NABÎNE' 
 
Kaya, diyar kir ku piştî qedexeya li bajêr hatiye îlankirin bûye sedema kişandina vê belgefîlmê. Kaya, destnîşan kir ku piştî pêvajoya pevçûnê di navbera kesên li bajêr jî "pevçûnek" rû daaye û ji bo belgefîlma xwe got: "Niha îktîdar xwestekên xwe li civakê ferz dike. Lê di civakêd e hin kes vê qebûl nakin û li dijî wê têdikoşin. Her komek li cihekî bi cih dibe û li her derekê jî pevçûnek rû dide. Jin, kur û ên din li dijî zextên îktîdarê li ber xwe didin. Lê kesên lid erî vê xelekê ne jî hene. Em ji vana re jî dibêjin'dîn'. Ev li deverekê bi cih dibin. Hîsa xwedîdektina li cihekî, têkoşîneke aktîf jib o wan tune ye. Derdekî wan ê ku xwe bi cihekî bidin qebûlkirin jît une ye. Ew li cihekî ne. Di dema van şer û pevçûnan de em van kesan nabînin. Ne di nav civakê de ne, ne jî li derveyî wê ne. Min xwest di vê pêvajoyê de guh bidim van mirovan. Ji ber min dît xwe ji her tiştî daiwerivînin, min xwest behsa wan bikim." 
 
Kaya, diyar kir ku nêzî salekê di nav van kesên berastengên zihnî de maye û got: "Ez û wan tev de jiyan. Min jiyana wan dît. Min firka wan dît. Ji bo minz ehmet bû. Car hebû hestyar dibûm car hebû jî kêfxweş dibûm. Bawer dikim wê temaşevan jî vê yekê bijîn." 
 
Kaya, anî ziman ku di dema kişandinê de bi hin zor û zehmetiyan re rû bi rû maye. Kaya, diyar kir ku li gor derfetên xwe ekîpmanek peyda kiriye û belgefîlm kişandiye û got: "Mecbûr mam kamereyê jî bi deyn bînim. Ji ber ev proje ne projeyeke populer e, kes nexwest bibe sponsor jî. Loma kameraya me tim guherî. Em mecbûr man navberê bidin kêşanê." Kaya, diyar kir ku niha ew hewl dide fîlma xwe bigihîne Mîhrîcana Fîlman a Parêsê û got, divê projeyên bi vî rengî bên deestekkkirin û bên teşwîqkirin. 
 
MA / Ahmet Kanbal