Li Amerîkayê li dijî asîmlasiyonê bi kurdî distrê

img
DERSIM - Berfîn Işik Oztoprak a dersimî ku koçî Amerîkayê kiriye û li dijî asîmlasiyonê bi kurdî distrê,  piştî hatiye Dersimê jî gund bi gund digere û guh li çîrokên mirovan dike û dixwaze wan daxilî nav muzîka xwe bike.
 
Berfîn Işik Oztoprak (23) ku gava 5 salî bûye malbata wê ji ber hin sedemên siyasî koçî Amerîkayê kiriye. Oztoprak a ku li Amerîkayê mezin bûye, li dijî asîmlasiyonê bi zaravayên kurmancî û kirmanckî distrê. Oztprak ku îlham ji diya xwe ya konservatûar kuta kiriye û xalê xwe girtiye, piştî diçe Amerîkayê bi tembûra xwe ku tim pê re ye biryarê digire ku zimanê xwe û çanda xwe bi stranan zînde bike. Her wiha gava 8 salî bûye tev li mîhrîcanên navneteweyî jî bûye û ji wê rojê heya niha tevli konseran û organîzasyonan dibe. 
 
Oztoprak ku piştî salan hatiye Dersimê, bibîr xist ku diya wê li Zanîngeha Teknîkê ya Stenbolê beşa konservatûarê qedandiye û gava diya wê xwendekara konservatûarê bûye tim û tim tevî wê beşdarî dersan bûye. Oztoprak, anî ziman ku ji wê rojê ve ne dev ji strandinê ne berdaye ne jî dev ji tembûra xwe berdaye. Oztoprak, got: "Piştî em çûn Amerîkayê diya min û Aynûr Dogan bi hev re çûbûn ser dikê. Her wiha ez jî tevî Aynûr Doganê tevli xebatan bûbûm. Di dema xebatan de strana 'Keça Kurda' hînî min kiribû. Ji wê rojê ve eşqa min a ji bo stranên bi zimanê min ê zikmakî, zazakî, û stranên elewiyan xurtir bû. Ji bo ji çanda xwe, ji zimanê xwe yê zikmakî dûr nekevim diviyabû min ev bikira. Çimkî li derveyî welêt pirsgirêka herî mezin asîmlasiyon e. Çi dibe bila bibe ez ê li dijî asîmlasiyonê tim û tim bi kurmancî û kirmnackî bistrêm." 
 
Oztoprak, diyar kir ku gava 11 salî bûye ji Amerîkayê hatiye Dersimê û hîn jî ew roja ji axa xwe qut bûbûn di bîra wê de ye û got, veqetîna ji axa xwe û çûyîna dereke dinê darbeya her giran e. Oztoprakê got: "Hê tu zarokî û cara dudoyan çavê te li cîhaneke dinê vedibe. Ez biçûk bûm jî lê min ev tişt hîs dikirin. Gava em hatin Dersimê karê min ê ewil ew bû ku biçim ber Mûnzûrê û li ber dengê avê bistrêm. Her ku ew êş û komkujî tên bîra min, stranên min jî li gor wê hestê şikil digirin. Loma ez li gundan digerim û guh li çîrokên mirovan dikim, guh li dedeyan dikim. Zêmarên wan guhdar dikim. Diçim Amedê cem dengbêjan. Dixwazim azweriya xwe ya ji bo muzîkê wêdetir bibim û bidomînim." 
 
MA / Ayşe Surme