Ji ber vîrûsa koronayê wê Mihrîcana Mûnzûrê neyê lidarxistin

img
DERSIM – Şaredariya Dersimê û Federasyona Komeleyên Dersimê, ragihandin ku ji ber vîrûsa koronayê wê îsal Mihrîcana Xweza û Çandê ya Mûnzûrê li dar nexin. 
 
Şaredariya Dersimê û Federasyona Komeleyên Dersimê, ragihandin ku Mihrîcana Xweza û Çandê ya Mûnzûrê ku her sal dihat lidarxistin, îsal wê ji ber vîrûsa koronayê li dar nexin. Her wiha hat gotin ku mîhrîcan neyê lidarxistin jî dê li dijî projeyên hilweşandinê timik li qadan bin.