Berê rêya betlaneya xwe bidin Wanê

img
WAN -  Ji bo ku hûn strêsa salê ya li ser xwe bavêjin, berê rêya betlaneya xwe teqez bidin Wanê. Bajarê ku bi hewaya xwe ya hênik, gol û cihên xwe yên dîrokî bi rovan dide hîskirin, bi taybetî di salên dawî de, bûye  cihê betlanê yê gelê herêmê.
 
Bi dest pê kirina mehên havînê re, welatiyên dixwazin strêsa salê ya li ser xwe bavêjin, ji bajarên metropolan derdikevin û berê xwe didin bajarê Wanê. Bajarê Wanê hem bi hewaya xwe ya hênik û cihên xwe yên dîrokî, yek ji bajarên herî zêde tê tercîhkirine. Fealiyetên li bajêr tên lidarxistin jî, pir zêdene. Welatiyên tên bajêr betlaneyê, li ber peravên golê bi xwarina taştê dest bi roja xwe dikin, dûre li cihên weke keleh, Axtamara, Mala Pisîkê, Sûlava Bêgiriyê,  Vanadokya, Keleha Hoşap, Sûlava Kanîspî û Traventerên Elbakê digerin û bêhna xwe didin. 
 
LI WANÊ BÊHNA XWE VEDIN
 
Gola Wanê yek ji golên bi soda ya  herî mezin a cîhanê ye û ev jî keyfa welatyiyên tên betlanayê zêde dike. Welatiyên dikevin golê bêhna xwe vedidin û westandina li ser xwe davêjin. Bi taybetî li gireva Axtamara, Îşkirt a girêdayî navçeya Westanê, dîsa Amîk a li navçeya Tûşba, li herêmên Mollakasim û Çarpanakê hûn dikarin bêhna xwe li rojê û deryayê vekin. 
 
CIHÊN DIN ÊN GERÊ 
 
Dîsa bi şev hûn dikarin biçin qûntarên Çiyayê Erek û xweşiya bajêr mêze bikin. Di heman demê de, cihên din ên mirov lê dikarin bigerin ên weke, Gireva Çarpanak, Keleha Zernek, Keleha Ayanis, Keleya Çavuştepe, Pira Şeytan, Dêra Yedî, Dêra St. Bartholomeus, Dêra Adir, Girava Axtamara, Gireva Adir, Pira Hurkan, Mizgefta Kaya Çelebî, Mizgefta Husrev Paşa, Mizgefta Hz. Omer, Mizgefta Ulu, Gumbeta Halime Hatun û Tirba Feqiyê Teyran hene. 
 
MA / Sadiye Eser – Erdogan Alayûmat