Encama Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kurt aşkera bû 2025-12-05 15:13:15   ÊLIH – Şaxa Egîtîm Sen a Êlihê, encama 15’emîn Pêşbazîya Çîrokê ya Şerzan Kurt a ku îsal hatibû lidarxistin, aşkera kir.   Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) ya Êlihê, her sal ji bo bibîranîna Şerzan Kurt ê ku dema xwendekarê Zanîngeha Muglayê bû di 12'yê Gulana 2010'an de hatibû qetilkirin, “Pêşbazîya Çîrokê ya Şerzan Kurt” li dar dixe. Egîtîm Senê, encama 15’emîn Pêşbaziya Çîrokê ya Şerzan Kurt a îsal aşkera kir.    Di kategoriya Kurdî de çîroka Rêvan Seîd a bi navê “Bi navê te jiyanek nehat dîtin”; di kategoriya Tirkî de jî çîroka Îhsan Tuzun a “Reşik Huseyîn” hêjayî xelatê hat dîtin.