Qewimînên li Iraqê, pêvajoya qanûna bingehîn û tesîra wê ya li ser Başûr...

img

NAVENDA NUÇEYAN –  Ji dîrokê heya niha desthilatdarî tu carî nebûye awayê rêveberiya civakê ya bi şêweya wekheviyê. Her tim hewl daye civakê bifetisîne û qanunên xwe bi awayekî yekreng û yekdeng bi rê ve bibe. Niha tiştên di hikumeta Iraqê de diqewimin jî heman tişt in. Desthilatdar, ji bo kursiya xwe de berpirsyariyên xwe yên ji bo gel pêk naynin. Ji bo berdewamiya hikmên xwe, bi her awayî hevkariyê bi hev re dikin. 

 
Piştî rejîma Baasê rûxiya û krîz û nakokiyên li Iraqê de rûdan, gelek caran pirsa "gelo li Iraqê dewlet û li Başûrê Kurdistanê hikûmet heye?" tîne hişê mirov. Du sedemên bingihîn ku hebûna hikûmeta Başur û dewleta Iraqê dike mijara niqaşê hene. Ya yekem, zemîndayîna ji bo mudaxeleya derve. Ya duyem jî pêkneanîn û binpêkirina qanûna bingihîn ya Iraqê ye.
 
Axa Iraqê buye navenda nakokî û şerê Amerîka û welatên rojavayî yên li hember Îranê. Li aliyê din dewleta tirk çi wext bixwaze dikare axa Iraqê bin pê bike û operasyonan li dar bixe. Di rastiyê de, di qanûna bingehîn ya Iraqê de gelek xalên demokratîk hene. Lê di gelek mijaran de, partî û kesên rêveber bi mudaxeleya destên derve, li şûna bicihanîna xalên qanûna bingehîn, xalên qanûna ku wan bi awayekî veşartî danîne, pêk tînin. Her partî yan jî kom bi aliyên derve re di nava têkiliyên cuda de ne. Ev jî dibe sedema kûrbûna nakokî û aloziyên di nava hikûmetê de. Çalakî û aloziya ku niha li Iraqê diqewime jî bingeha xwe ji van du xalên bingehîn ku me li jor diyar kirin digire. 
 
 
GEL HIKÛMETÊN HATINE AVAKIRIN HEMÛYAN ŞERMEZAR KIRIYE 
 
Li Iraqê, piştî 50 salan di 30’yê Çileya 2005’an de cara yekemîn hilbijartinek bi tevlîbûna gelek partîyan hat çêkirin û di hilbijartinê de Partîya Şieyan a Hevbendiya Yekitîya Iraqê bi ser ket. Di wê demê de Sekreterê Giştî yê YNK'ê Celal Talabanî bû Serokomar û bi dengdanê Destûrek bingihîn a bi şêwaza ‘Îslamek Federal’ hat qebûlkirin. Piştî wê li Iraqê di sala 2010, 2014 û 2018’an de hilbijartinên giştî yên parlementoyê hatin li darxistin û avakirina hikûmetan bi mehan dewam kiriye. Li rexmê avabûna hikûmetê jî tu daxwaz û pêdiviyên gel yên wekî peydakirina derfetên ji bo kar, kêmbûna av û ceyaranê pêk nedihatin. Li gorî lêkolînên ku hatine kirin heya sala 2011’an li Iraqê rêjeya betaliyê gihiştiye astekî metirsîdar ku êdî gel nedikarîn jiyana xwe bidomînin. 
 
Li hemberî sistema rêveberiya hikumetê, çalakîyên gel yên protestoyî hîn di sala 2011’an de dest pê kiribûn û li hemû bajarên Iraqê; Bexda, Besra, Necef, Zîkar, Meysan û gelek bajarên Başûrê Kurdistanê belav bibûn. Herî dawî hilbijartinên giştî ku di sala 2018’an de hatin kirin, ji ber nakokiyên desthilatdaran demekî dirêj hikûmet nehatibû ava kirin. Wê demê jî disan gel ji ber "nebûna ava paqij, qûtbûna ceyranê, betalî û gendeliyên di nava hukumetê de’’ herîkîbûn kolanan.  Lê ev çalakî her dema ku hinekî berfireh dibûn, hikûmetê sozên peydakirina derfetan ji bo gel didan û bi vî şêwazî gel bêdeng dikir. Ji 2005 heya niha gelek hikûmet hatin avakirin û demê wan derbaz bûn, gelek kes hatin ser îktidarê û derbaz bûn lê tu carî pirsgirêkên gel nehatin çareserkirin û gel di halê xwe de ma. Ji ber wê sedemê hîn jî çalakiyên gel berdewam dikin. 
 
HIKÛMETÊ SOZÊN XWE BI CIH NEANΠ
 
Li Iraqê ku di aliyê zenginiya petrolê de, di rêza 4’mîn de cih digire, rêjeya betaliyê her diçe zêde dibe. Pirsgirêkên gel yên wekî nebûna ceyran, nebûna kar û derfetên jiyanê her diçe zêde dibin. Ji ber wê sedemê herî dawî komek ji hemwelatiyên Iraqê di malpereke li ser tora civakî de, bi dirûşmeya "ji bo mafê xwe protesto dikim’’ banga çalakiyan li gel kirin û di 1’ê Cotmehê de li Basra, Bexda, Necef, Nasiriye, Amara, Samava, Hilla û gelek bajarên Iraqê gel daketin kolanan û xwestin hikûmet îstifa bike.
 
Her çi qasî bi giranî nirxandinên; "Tiliya derve di van çalakiyên gel de heye" werin kirin jî, lê li hemberî krîza siyasî û aborî rastiyek ya berxwedana gelên Iraqê jî heye. Çalakvanên ji çapemeniyê re axivîn jî diyar kirin ku; "Em karker rojê tenê bi 8 dolarî kar dikin. Em êdî naxwazin li hemberî betalî, gendelî û nebûna xizmetê bêdeng bimînin.’’
 
Ji destpêka çalakiyan heya niha, parlemento gelek caran li hev kom bû. Hikûmet gelek caran bi nunerên gel re hevdîtin pêk anîn û gelek biryar hatin girtin. Lê hêj di roja yekem a çalakiyan de Serokwezîrê Hikûmetê Adil Ebdulmehdî di derbarê çalakiyan de daxûyanî da û soz da, ku dê "derfeta kar ji bo ciwanên zanîngeh kuta kirine û her wiha di saziyên dewletê de, biryara ji sedî 50 bicihkirina karkerên hemwelatiyên Iraqê" peyda bikin. Lê heya niha sozên ku ji bo gel hatîn dayîn bi tu awayan pêk nehatin û li her navçe û bajarên Iraqê çalakiyên gel berdewam dikin. Polisên hikûmetê xwe li çalakiya gel ranagirin û bi ava şid, gaz û guleyan êrişî gel dikin. Di çalakiyan de heya niha bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dane û bi hezaran kes jî birîndar bûne.
 
GEL DIXWAZE HIKÛMET BÊ HILWEŞANDIN 
 
Gelê Iraqê ku ji ber nebûna xizmetguzariyê, gendeliyên di nava hikûmetê, nebûna kar û derfetên jiyanê daketibûn kolanan, ji ber bikaranîna şideta hêzên hikûmetê yên li ser gel û pêkneanînna daxwazên wan ji aliyê hukumetê ve, êdî dixwazin hikûmet bê hilweşandin. 
 
Serokê Koalisyona Saîrun Mukteda El Sadir bang li Serokwezîr Adil Ebdulmehdî kir û jê xwest ku divê ji hikûmetê îstifa bike. Ebdulmehdî jî ji bo vê got, "Heger ez îstifa bikim, divê hikûmet bi giştî hilweşe û hilbijartin werin kirin’’. Lê careke din bi destê mudaxeleya derve ev biryar hat rawestandin û aliyên ku heya wê demê dixwestin serokwezîr îstifa bike, piştgirî dan. Aliyên siyasî ji hikûmetê xwestin ku ji bo rawestandina çalakiyên gel, ger pêwist bike divê "şidet’" jî were bikaranîn. Piştî vê helwesta aliyên siyasî, gel careke din daketin kolanan û vê carê gelek ofis û meqamên bi hikûmetê ve girêdayî girtin destê xwe. Herî dawî bîlançoya windahiyan a çalakvanan Meclisa Iraqê neçar kir ku careke din bicive û îstifayê bi serokwezîr Adil Ebdulmehdî bide qebûlkirin. Adil Ebdulmehdî vê carê biryar da ku ji hikûmetê îstifa bike û hikûmet ji nû ve were avakirin, lê heya niha jî Ebdulmehdî bi awayekî fermî îstifaya xwe ranegihandiye.
 
Koalisyona Saîrûn ya bi rêveberiya Mukteda El Sadir, piştî biryara Ebdulmehdî ya îstifayê daxuyanî da û diyar kir divê serokê nû yê hikûmetê ji aliyê gel ve were hilbijartin û di destûra bingihîn de hinek guhertin werin çêkirin. 
 
WÊ GUHERÎNA DESTÛRA BINGEHÎN TESÎREKE ÇAWA LI HERÊMA KURDISTANÊ BIKE? 
 
Di demekî ku gelên Iraqê daketine kolanan û daxwaza hilweşandina hikûmetê dikin de, meclis û rêveberî gihiştiye wê biryarê ku destûra bingihîn were guhertin û hikûmet ji nû ve were sazkirin. Lê heya niha jî di vê mijarê de tu pêngavên berbiçav nehatine avêtin. Çalakiyên gel, hewildanên hikûmetê yên qaşo ji bo çareserkirina pirsgirêkan berdewam in û di heman demê de jî mudaxeleya aliyên herêmî û derve di nava hikûmetê de jî berdewam dikin.
 
Di kêliyek wisa de pirsên, "Gelo guhertina destûra bingehîn wê bandoriyekî çawa li Herêma Kurdistana Federal bike? Bexda wê di destûra bingehîn de çi qasê mafên kurda nas bike? Wê Bexda di mijara navçeyên Kurdistanî yên bi nakok de danûstendineke çawa bi hikûmeta Başûr re bike?" tên hişê mirov.
 
Di wê demê de lidarxistina Referanduma Başûrê Kurdistanê, hilweşandina encama Referandumê û tawîzdayîna hikûmeta Başûr, aliyên kurd xistibû nava rewşeke giran. Ji ber ku Başûrê Kurdistanê wekî hêz ji bo referandumê ne amadebû û ji neçarî bi awayekî lawaz li hikûmeta Bexda zivirî. Piştî hilweşandina biryara referandûmê û careke din vegera hikûmeta Başûr ya Bexda, ma çima hikûmeta navendî di destûra bingihîn de mafên ku serbixwebûna wan saz dike, bi cih bike. Berovajî dibe ku guhertinên destûra bingehîn, statuya Herêma Kurdistanê ji holê rake û hemû herêmên Kurdistanê bi xwe ve bide girêdan. Berê hatibû îdiakirin ku di navbera Iraq, Îran, Tirkiye û Suriyeyê de li Tehran’ê civînek veşartî hatiye çêkirin û di civînê de berpirsên îstixbaretê yên her çar welatan amade bûne. Li gora agahiyên bi dest ketin, di civînê de belavkirin, tunekirina her çar parçeyên Kurdistanê û statrya Kurdistanê hatiye nîqaşkirin. Êrişên Tirkiyğdê yên li ser Rojava û dagirkirina axa Başür, bêdengiya hikûmeta Bexda li hember binpêkirina axa Iraqê û gelek êrişên din yên li her çar parçeyên Kurdistanê vê rastiyê radixe ber çavan. 
 
Çalakiyên gel ku heya niha jî berdewam dikin, di heman demê de pirsgirêkên gel yên ku hene tenê bi îstifaya serokê hikûmetê û derxistina çend biryaran çareser nabe. Ji ber ku zihniyet heman tişt e. Pêwistiya Iraqê bi siyasetekî nû, bi desturekî bingehîn ya nû û bi zihniyeteke ku biryarên saziyên civakî û gel li ber çav digire heye. 
 
Ji ber wê sedemê aliyên Kurdistanî ku careke din biryar dane bi hikûmeta Bexda re rûnên, divê di pêvajoya nivîsandina destûra bingihîn de li ser tu xalan bas nedin û xwedî yekbiryarê bin. Di pêvajoyek wisan de ku Iraq û herêma Kurdistanê di nav nîqaşan de ne, divê aliyên kurd Yekîtiya Netewî esas bigirin û xwedî projeyên bingehîn bin. Ger ku aliyên siyasî yên herêma Kurdistanê, siyaseta xwe ya heya niha ku berjewendiyên partî û malbatî bêtir esas digirin, derxin pêş wê statuya ku heye jî ji dest bide û tu destkeftiyên gelê kurd li holê namînin. 
 
MA / Erdogan Altan