Duh 'Kembera Ereban' îro 'Kembera Tirkan'

img

GIRÊ SPÎ - TSK li ser sinorê Girê Spî eskerên zêde bi cih dike. Duh heyetek DYA hat Tirkiye û bi wezareta parastinê re hevdîtin kir. Hevdîtin îro ji berdewam dike. Heyeta DYA diyar kirin ku duh li dijî “Kembema Ereb" bûn û îro jî wê “Kembera Tirk" qebûl nekin. 

Tirkiye dixwaze li ser sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê "herêma ewle" ya ji 30 kilometreyan pêk tê ava bike. QSD jî dixwaze herî zêde 5 kîlometre "herêma tampon' bê avakirin. Li ser vê yekê DYA 2 rojin di navbera Tirkiye û Hêsên Sûriyeya Demokratîk ( QSD) de hevdîtinan dike. Tirkiye zû bi zû nêzî maseya çareseriyê nabe. Serokê AKP'ê Recep Tayyîp Erdogan jî di her axaftina xwe de dibêje "Em ê têkevin Rojhilata Firatê"  Duh heyeta DYA hatin Tirkiye û li Enqereyê 6 saetan hevdîtin kirin. Îro jî hevdîtinên DYA û Enqere berdewam dikin. Li aliyê din sewqîyata TSK'ê ya li ser sînorê Girê Spî, Kobanê û Serêkanîye berdewam dike. Tirkiye her dem herêma armanc dike ku Girê Spî, Kobanê û Kantona Cizîrê ji hev qut bike. 
 
KEMBERA EREBAN Û GIRÊ SPΠ
 
Girê Spî ku girêdayî Herêma Firatê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye, dih eman demê de di navbera Kantona Cizîrê û Kantona Kobanê de bûye wekî pir û herdu kantonan bi hev ve girê dide. Girê Spî li hemberî Navçeya Kaniya Xezalan (Akçakale ya Rihayê ye. Girê Spî, di rêveberiya rejîmê de wekî navçeya girêdayî Rakka dihat zanîn. Piştî Hafız Esad  hat ser îktîdara Sûriyeyê di sala 1974'an de "Kembera Ereban xistin meriyetê. û kember ava kirin. Yek ji bajarê bû qurbana polîtîkayên "Kembera Ereban" Grê Spî bû. Kembera Ereban ku di navbera Sûriye û Tirkiye de hat avakirin û dirêjahiya wê 350 kilometre û firehiya wê 10-15 kilometre bû, Kurd koçberî cih û warên din kirin. Ji Reqqa û Helebê eşîr anîn û li şûna Kurdan bi cih kirin. Li aliyê din demografiya herêmê guhertin û kemera ereban ava kirin. Bajarê Girê Spî heta niha her dem bû hedefa polîtîkayên yek perest. 
 
POLÎTÎKAYÊN YEK PERESTIYÊ HER DEM BERDEWAM KIR'
 
Di 12'ê Adara 2004’an de li Bajarê Qamişlo li dijî rejîma BAAS gel serî hilda. Wê demê jî Grê Spî rastî êrîşan hat. Rejîma Baas dîsa ket nava tevgerê û erebên li herêmê li dijî kurdan bi çek kirin û Ereb li Kurdan sor kirin. Rejîmê wê demê jî xwest gelê herêmê li hev sor bike û bi hev bidin şer kirin. Lê wê demê rêberên Kurd û Ereban li hev kom bûn û rê li pêş vê yekê girtin. Li herêmê Kurd, Ereb, Tirkmen û Ermenî di nava hev de dijîn û xwedî hebûnek mozaîk e. 
 
Dema şerê navxweşî yê li Sûriye dest pê kir, Girê Spî ewil ket destê Artêşa Sûriyeya Azad (OSO) û piştre jî ket destê Heyet Tahrir El Şam (HTŞ) yanî El Nusrayê. Bajarê ku berê teslîmî DAİŞ’ê kirin, rastî hilweşînek mezin hat. Dema DAIŞ ket Girê Spî gelek mirov hatin kuştin û mirov hatin înfazkirin. DAIŞ'ê li vir deriyê Kaniya Xezalan (Akçakale) bikar anîn û têkiliya xwe û Tirkiye li vir berdewam kirin. Di ser vê xetê re alîkariya lojîstîk ji Tirkiye şandin Reqqa û Musulê û alîkarî dan DAIŞ'ê. Girê Spî, wê demê bû deriyê bazirganiya dinavbera DAIŞ û Tirkiyeyê de. Têkoşîna li dijî DAIŞ'ê piştî Kobanê li Grê Spî pêş ket. Hêsên Sûriyeya Damokratîk (QSD) ku li Kobanê DAIŞ têk birin, di çarçoveya “Hamleya Rubar Qamişlo" de di 15'ê Hezîrana 2015’an de Girê Spî ji DAIŞ'ê paqij kirin. Piştî QSD'ê Girê Spî ji destê DAIŞ'ê paqij kir, Kantona Kobanê û Cizîre bi hev hatin girêdan. Piştî herêm ji DAIŞ'ê hat paqijkirin, gelên li herêmê dîsa bi hevre di nava hev de jiyan. 
 
RÊVEBERIYA HEVPAR 
 
QSD'ê piştî Girê Spî ji destê DAIŞ'ê rizgar kir, li bajar rêveberiyek hevpar hat avakirin. Girê Spî kirin navend. Eyn Îsa û Siluk jî kirin du beş. Herêm ji 3 navçeya nû 600 gundan hat dabeşkirin. Li kantona ku nifûsa wê nêzî 250 hezar e, 2 kampên penaberan heye. Li kampa Rakka û Dêra Zor nêzî 20  hezar koçber dijîn. Girê Spî ji aliyê rêveberiya Xweser a Demokratik ve tê rêvebirin. Di rêveberiyê de 62 kes hene. Di Hevserokatiya rêveberiya xweser de yek kurd û yek ereb heye. Meclîs li gorî nifûsa bajar hatiye avakirin. Hem kurd û hem jî ereb di nava meclîsê de cihê xwe digirin. Tirkmen û ermenî jî li gorî nifûsê di nava rêveberiyê de cihê xwe digirin. 
 
Bajarê Girê Spî piştî ji destê DAIŞ'ê hat rizgarkirin her dem bû hedefa Tirkiye û niha jî TSK li ser sînor sewqîyatê ava dike. Niha dixwaze kemera Tirk ava bike. 
 
Heyeta DYA ku niha li Tirkiye hevdîtinan dike hem li dijî Kembera Ereb e û hem jî li dijî Kembera Tirk e. 
 
MA / Nazım Daştan