Şirîkatiya Rûsya Tirkiye li Idlibê ruh didin

img

ÎDLIB - Tirkiye piştî di mijdara 2015'an de balafira şer a Rûsya xist, bi Rûsya re li ser xeta polîtîk gihiştin hev. Polîtîkayên Tirkiye û Rûsya ku 4 sal berê bûn yek niha li Idlibê xetimiye. Niha Hêzên Rejîme ku piştgiriya xwe ji Rûsya digirin, êrîşî nokteyên çavdêriyê yên Tirikye dikin û nokteyên Tirkiye dorpêç dikin. Li aliyê din Tirkiye hêdî hêdi berê xwe dide xeta NATO'yê. 

 
Şerê li Idlibê ku li Bakurê Sûriye ye her diçe geş dibe û berdewam dike. Şerê di navbera Rejîma Sûriye û komên çekdar ên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan mehek li pey xwe hişt. Di nava komên çekdar ên ku Heyet Tahrir El Şam (HTŞ/El Nusra) pêşengiya wan dike û rejîma Sûriye de pevçûn didome. Bi taybetî şer li herêma Bakurê Hama, Çoltara Bakurê Rojhilat ê Lazkiye û başurê Idlibê didome. Li hin cihan hêzên rejîmê, li hin cihan jî komên çekdar pêşve diçin. Li herêmên ku Rûsya piştgiriyê dide Rejima Sûriye, Tirkiye dikeve nava tengaviyê û di qunçik de asê dimîne. Bi hawara komên ku di bin kontrola Tirkiye de ye jî NATO dibeze û destê alîkariyê dirêjî wan dike. Her çend bi mudaxaleya NATO hêza şer kêm bibe jî di nava hefteya dawî de, ji ber nakokiyên di navbera Tirkiye û Rûsya de, şer dijwar dibe. Tê diyar kirin ku rejîm Nokteya Çavdêriyê ya 9'emîn a ku Tirkiye li Idlibê ava kiriye xistiye bin dorpêçê. 
 
NOKTEYÊN ÇAVDÊRIYÊ YÊN TSK’Ê JÎ DIKIN HEDEF 
 
Hêzen Rejîmê li Idlibê êrişî nokteyên çavdêriyê yên TSK'ê ku tê gotin bi armanca bêpevçûnê biparêze ava kirine jî, dikin. Hêzên Rejîmê berê jî gelek caran Nokteya Çavdêriyê ya Eskerî ya 10’în kiribûn hedef. Vê carê nokteya 9’emîn a eskerî ya TSK'ê dikin hedef. Artêşa Sûriyeyê, Keleha Madik û Kefernebdu xist bin kontrola xwe. Tê diyar kirin ku piştî Hêzên Rejîmê ji 2 milan ve ber bi nokteya 10’emîn a TSK'ê ve meşiya eskerên TSK'ê jî paşve dikişe. 
 
REJÎM  KÊM DIMÎNE
 
Li hemberî hamleya hêzên girêdayî Rejîma Sûriye, komên ku HTŞ pêşengiya wan dike jî ketin nava tevgerê. Komên ku Tirkiye piştgiriyê dide wan û li herêmek din a Hama pêşve diçin, bi taybetî ji bo rêyên di navbera Halep û Hama de qut bikin têkoşînek dejwar didin. Hamlmeyên HTŞ û hin komên din li hin cihan serkeftî ne. Hin nokteyên stratejîk û gundên li ser Rêyên M4 û M5 hatin bi dest xistin. Komên çekdar heta niha 5 gundên girîng ên Rejîmê bi dest xistine. Di serî de herema Sukaylebiyye û herêma ku bi giranî Xiristiyan lê dijîn piştî ketin destê komên ku Tirkiye piştgiriyê dide, wê li ser Hamma gefek mezin pêş bixe. Ji bo Hama neme hedefa HTŞ û komên din Rûsay û Hêzên Rejîmê herêmê zêde bombe dike. 
 
PÊŞENGIYA CEYŞ îZZE
 
Di êrişên dawî yên li dijî rejîmê de li gel HTŞ’ê, Koma Ceyş Îzze pêşengiya êrişan dike. Bandora van komên çekdar li Başûrê Idlibê û Bakurê Hama pir zêde ye. Tê diyar kirin ku 7 hezar endamên koma Ceyş Îzze heye. Disa tê diyar krin ku navbera vê komê û Tirkiye ne pir baş e Li hemberî koma Ceyş İzze agahiyên balkêş hene. Ji bo komê ji asêbûna li hemberî rejîmê rizgar bikin, hewl didin ku Tirkiye jî bikişînin nava şer. Hin çavkanî diyar dikin ku Nokteyên Eskerî yê li Başûrê Idlibê ji ber ver vê yekê dibe hedefa Ceyş İzze. 
 
GELO DAIŞ SEWQÎ HERÊMÊ KIRIN'
 
Tê diyar kirin ku li gel koma Ceyş İzze, yekîneyên DAIŞ ku li dijî rejîmê şer dikin jî li herême bi cih bûne. Tê diyar kirin ku balafira şer a Rûsya ku li herêmê ket, ji aliyê DAIŞ'ıyan ve hatiye xistin. Tê diyar kirin ku DAIŞ’î bi taybetî li gel Ceyş İzze şer dikin. Tê diyar kirin ku komên DAIŞ'ê yên li Gundê Baxozê yên Bajaroka Hecinê ya Dêra Zor ku li dijî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) şer kirin reviyan Idlibê û li vir şer dikin. Piştî Cejna Remezanê tê payîn ku rejîma Sûriye hêza xwe ya esil sewqî herêmê bike. Tê diyar kirin ku tumena 4’emîn, 9’emîn û 14’emîn ku qabîliyetawan a şer zêde ye j bo herêmê amade dikin.
 
RÛSYA ŞER DIMEŞÎNE 
 
Tê diyar kirin ku yê li herême şer bi revê dibe Rûsya ye. Te gotin ku Rûsya armanc dike ku li şûna bidin ser pişta komên çekdar, dixwazin wan bikişînin nava xwe û li wan bidin. Tê destnîşan kir ku Rûsya li hemberî HTŞ hin komên din bi vê rêbazê bi ser ketine. 5'emîn tumena Rejîma Sûriye ku li dijî HTŞ û Ceyş İzze şer kir, berê li hemberî rejîmê şer kiribû, lê piştî peşmanê tev li artêşa rejîmê bû. Tê gotin ku di şerê 3 rojên dawi de kesên Elewî ku ji Lazkiye û Tartusê hatine jî hene. Li herêmê şer ji şerê navbea komên oldar zêdetir, ji ber polîtikayên di navbera Rusya û Tirkiye de pêş dikeve. Li gel van komên şer, endamên NATO ji bi awayekî cuda di şerê herêmê de cih digire û bi awayekî cuda piştgiriyê dide komên çekdar û Tirkiye. Her ku diçe rageşiya navbera Tirkiye û Rûsya zêde dibe. Tirkiye bêtir xwe nêzî NATO dike. Tê gotin ku Tirkiye hewl dide ku DYA tercîh bike û j bo S-400 jî bistîne serî li rê û rêbazên din didin. 
 
MA / Nazım Daştan