Karkerên ku ji aliyê qeyûm ve ‘ne serkeftî’ hatin hesibandin çalakî kirin

img

WAN – 307 Karkerên ku li saziyên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dixebitin, ji bo derbasbûna kadroyê 3 caran ketin mulakatê û ji aliyê rêveberiya qeyûm ve ‘ne serkeftî’ hatin hesibandin, daxuyaniyek dan çapameniyê û piştgirî xwestin.

Li Wanê 307 Karkerên ku li saziyên girêdayî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê dixebitin, ji bo derbasbûna kadroyê 3 caran ketin mulakatê û ji aliyê rêveberiya qeyûm ve ‘ne serkeftî’ hatin hesibandin, daxwaznameyên xwe radestî şaredariyê kirin û daxuyaniyek dan çapameniyê. û piştgirî xwestin.
 
Karker di saetên serê sibehê de çûn ber derê şaredariyê û xwestin ku bi awayekî komî daxwaznameyên xwe bidin, lê ji aliyê polisan ve bi hinceta qedexeya Walîtiya Wanê hatin astengkirin. Polisan destûr nedan ku karkerê bi komî daxwaznameyên xwe radest bikin û daxûyanî bidin. Li ser astengkirina polisan karkeran bi komên 2 kesî daxwaznameyên xwe yên îttîrazê radestî şaredariyê kirin.
 
‘BILA LE ME XWEDÎ BÊ DERKETIN’
 
Karkeran, piştî radestkirina daxwaznameyên xwe daxuyanî da. Li ser navê karkeran Zafer Ûyar, diyar kir ku li gel ku 3 carên dikevin mulakatê jî ne serkeftî tên îlankirin û got ku ev yek li gel biryara dadgehê tê kirin û ne pêkanîneke hiqûqî ye. Ûyar, destnîşan kir ku dema ketine mulakatê ji wan re gotine ku bi ser ketine lê piştre derketiye holê ku yek ji wan jî derbas nebûye û wiha got: “2 sal in mafê me ji me tê girtin. Em muxataban nabînin û pirsgirêkên xwe ji kesî re ranagihînin. Me bi parlamenter û serokê AKP’ê yê bajar re hevdîtin kirin ji me re gotin ku pirsgirêka me nayê çareserkirin. AKP’iyan ji me re gotin ku wan hilbijartinê qezenc nekiriye û berê me dane walîtî û dewletê. Em daxwaz dikin ku raya giştî li me xwedî derkeve.”