Karkerê tenduristiyê ku rojê maskeyek digire: Dewletê me ji çavên xwe derxistiye

img

ÎZMÎR – Karkerê tenduristiyê ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Nexweşiyên Sing û Cerahiyê ya Dr. Sûat Seren dixebite, diyar kir ku rojê maskeyek digirin û ji bilî maske tiştekî parastinê nadin wan. 

Li Tirkiyeyê her ku diçe hejmara weqayên vîrûsa koronayê zêde dibin. Di têkoşîna li dijî vîrûsa koronayê de cihên herî bi rîsq nexweşxane ne. Lê li gel vê gefê jî ji bo xebatkarên tenduristiyê bergiriyên pêwîst nayên girtin. Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Nexweşiyên Sing û Cerahiyê ya Dr. Sûat Seren a li navçeya Konakê ya Îzmîrê, ji destpêkê ve weke nexweşxaneya qarantînayê hat peywirdarkirin. Karkerekî tenduristiyê yê nexweşxaneyê ku ji tirsa ji kar bê avêtin nexwest navê wî bêşakerakirin, diyar kir ku hê jî li nexweşxaneyê amûrên parastina ji vîrûsê tunene.
 
TENÊ LI TÊKETINA NEXWEŞXANEYÊ DEZENFEKTE HEYE
 
Karkerê tenduristiyê, da zanîn ku li nexweşxaneyê 100 kesên ku bi vîrûsê ketine tedawî dibînin û wiha got: “Piştî ku nexweşxane bû nexweşxaneya qarantînayê dema saetên me ji 12 saetan derbastir dibe. Li Îzmîrê herî zêde li nexweşxaneya me kesên bi vîrûsê ketine hene. Lê li gel hemû daxwazên me jî rêveberî rojê tenê maskeyek dide me. Em bi kincên xwe yên sivîl diçin formen xwe yên kar li xwe dikin. Tenê tilimê parastinê yê çend bijîjkan heye. Lê em ji bijîjkan bêtir temasê bi nexweşan re datînin. Li gel ku destpêkê li ber ser herê nexweşî dezengekte hebû jî niha tenê li têketine nexweşxaneyê heye. Ji me re hem dibêjin bixebitin û hem jî amûrên ku me ji vîrusê biparêzin nadin me.”
 
‘XEBATKARÊN JI TIRSA VÎRÛSÊ ÎSTIFA DIKIN JÎ HENE’
 
Karker, destnîşan kir ku li nexweşxaneyê 4 xebatkar ji tirsa ku vîrûsê derbasî malbata xwe nekin, îstifa kirin jî hene û ev tişt got: “Peywira me çibe em dikin lê nexweşî bi lez belav dibe. Piştî ku temasê bi gelek kesên vîrûsê bi xwe re digerînin re bikin gelo hûn dikarin biçin mala xwe? Em ditirsin ku vîrûsê derbasî malbata xwe jî bikin. Li nexweşxaneya me jî xebatkarên tenduristiyê yên ku testên wan pozîtîf derketine hene. Dewlet daxwazên me bi cih nayne. Em çepikan naxwazin. Ji bo em nemirin, cihekî îzolekirî û amûrên pêwîst besî me ne. Dewletê û wezîrê tenduristiyê me ji çavên xwe derxistiye. Weke karkerên medenê bel kî ji me re Jî bibêjin, ‘di fitrata vî karî de ev heye’.” 
 
MA / Sevda Aydin