Mirov dixwazin li dijî pergala Neoliberal kooperatifan pêş bixin

img

STENBOL – Dr. Serkan Ongel, diyar kir ku pergala Neoliberalizmê krîzê ava dike û li dijî vê krîzê êdî mirov dest bi pergala hilberîna kooperatifan dikin. Ongel, anî ziman ku mirov di vê rewşa niha ya bi tenê dimînin de, dixwazin êdî bi hevre tiştekî ava bikin. 

 
Wezîrê Maliyê û Xezînê Berat Albayrak, di 2'ê kanûnê de li ser hesabê medya civakî diyar kiribû ku aboriya Tirkiyeyê di demsala 3’emîn de mezin bûye. Lê her çend Albayrak wisa bêje jî daneyên heyî dijberî vê yekê nîşan dide. Her roj zem li ser zemê dibe. Her tişt duqat buha dibin. Rêxistina Xebatê ya Navneteweyî (ILO) jî di 100’emîn salvegera avakirina xwe de xwe ji bo “Kooperatifên li gorî mirovan" amade dikin. Armanc dikin ku mafê xebatê, firsenda debarê, ewlehiya civakî pêş bixin. Dîsa diyalogên civakî bi hêz bikin. Li Tirkiyeyê û cîhanê piştî kriza aborî kûr dibe, mirov bêtir li ser modela kooperatifan radiwestin. Hîndekarê Zanîngeha Dîlokê Dr. Ferit Serkan Ongel û Dr. Uygar Dursun Yildirim bi hevre pirtûka “Li dijî krîzê Kooperatif: Cerebe, niqaş û alternatif" ji weşanê Nota Bene çap kirin. Hîndekar Ongel û Yildirim di pirtûkê de diyar dikin ku ji ber krîza aborî êdî krîza zexîre û ekolojiyê jî pêş dikeve û li bajaran bandor dike. Hindekar li ser pergala alternatif a kooperatifan ku xwe bi xwe dikare xwe bi rêve bibe û têra xwe bike radiwestin. 
 
ONGEL: KOOPERATîF, FORMÊN KU MIROV MIL DIDIN MILÊ HEV IN
 
Nivîskarê pirtûkê Dr. Ferit Serkan Ongel, diyar kir ku di demê krizan de xebatên piştevaniya kooperatifan, nîşan didin ku bêtir nêzîkî hev didin û xwe bi hev girê didin û wiha got: "Di salên 1970’î de qrîz pêş ketin. Cîhan ket nava hewldanek din. Bi vê yekê her ku diçe tekakesî pêş dikeve. Polîtîkayên liberal forma rêxistinî belav dike. Mirov bi vê pergalê her ku diçe bi tenê dimîne. Di vê pêvajoyê de bêtir pêdiviya mirovan bi pergala kooperatifan heye. Ji ber ku bi kooperatifan bêtir mirov nêzî hev dibe û cihê formên rêxistinî ne. Sedema rewşa niha krîza neoliberalizmê ye. Bê guman kooperatif ne tiştekî nû ne. Xebatê zibareyê ye. Karekî bi hevre û bi piştevaniyê tê kirin e. Ji bo avakirina çîna karkeran Kooperatif û sendika du rêxistinên xwişk û bira ne. Îro dîsa pêdivî ji vê yekê heye."
 
YILDIRIM: ÇANDINIYÊ DE ŞIKESTINEK MEZIN PÊK HAT
 
Dr. Uygar Dursun Yıldırım jî anî ziman ku li Tirkiyeyê di salên 1990 û 2000’an de di qada çandiniyekê de şikestinek mezin çêbû û wiha got: "Di vê pêvajoyê de hêjmara karkeran zêde bû. Rêjeya kesên bê mal û milk zêde bûn. Bi taybetî ev yek li herêma Başûrê Rojhilat pêş ket. Karkerên çandiniyê li vê herêmê li gorî herêmên din zêdetir bûn. Vê yekê bandora xwe li ser hilberîna zexîre kir. Di zexîreyan de maddeyên kîmyewî û qirêjî zêde bû. Îro li pêşiya Tirkiyeyê yek ji pirsgirêka herî mezin pirsgirêka qada çandiniyê ye. Civak bi kooperatifan bersîvê dide vê yekê. Rêveberiyên herêmî, çotkarên biçûk, Em dibînin ku pêvajoya kooperatifbûnê pêş dikeve. Li dijî krîzê kooperatif çareserî ye."