Paleyiya pembo dest pê kir, lê cotkar ji halê xwe nerazî ne

img

AMED – Li Bismilê, cotkarên ku dest bi paleyiya pembo kirin, diyar kirin ku fiyetê pembo ne wekî yê par e û gotin: "Eger wisa dewam bike ew ê dev ji çandiniya pembo berdin." 

Li navçeya Bismil a Amedê, cotkaran dest bi paleyiya pembo kir. Cotkaran, bilêv kir ku par kîloya pembo bi 4 lîre û nîvan bûye, lê belê îsal bi 3 lîre û 30 qurîşî ye û gotin, tiştê dikin jî didin heqê lêçûnan. 
 
Endezyarê Çandiniyê Umît Kandemîr ku li navçeya Bismilê 30 hezar donim pembo kontrol dike, diyar kir ku erdên herêmê erdine pir berdar in û got, lê belê di çend salên dawî de ji ber avhewa guheriye û kêzikên ziyandar zêde bûne çandinî jî zehmet bûye. Kandemîr, got: "Îsal ji ber baranê çandiniya pembo 15-20 rojan bi derengî ket. Ev jî hem ji bo me hem jî ji bo cotkaran bû cihê stresekê. Lê belê bi dermanên li dijî kêzikên ziyandar me kir ku pembo di wextê xwe de çê bibe. Lê mixabin beramberiya vê hewldan û têkoşînê bi dest nakeve." 
 
HIŞYARÎ
 
Kandemîr, destnîşan kir ku fiyetên mazot, gubre, derman, tov û ceryanê du qat biha bûne û got: "Mixabin îsal kîloya pembo bi 3 lîre û 30 qurîşî ye. Ji ber vê êdî cotkar naxwaze pembo biçîne. Wisa dixuyê wê sala bê pir kes pembo neçîne."
 
Cotkar Mehmetcan Ozbek jî bilêv kir ku êdî wekî pere qezenc nakin û got: "Berê gava me 50 donim erd datanî têra me ya 3 salan dikir. Niha me 800 donim daniye lê dîsa jî em dixisirin. Par fiyetê mazotê bi 3 lîre û nîvan bû, lê niha bi 6 lîreya ye. Par gubre bi lîre û 3 qurişî bû, lê niha bûye 3 lîre. Par me 28 hezar lîre dida heqê ceryanê, lê îsal me 72 hezar lîre daye. Yanî her tişt sed ji sedî zêde bûye. Par pembo bi 4 lîreyan bû, lê îsal bûye 3 lîre. Her wiha pemboyê gelek cotkaran jî di dest wan de dimîne." Ozbek, destnîşan kir ku eger zem dewam bikin wê mirov dev ji cotkariyê berdin. 
 
‘WÊ LI BISMILÊ ÇANDINÎ NEMÎNE' 
 
Cotkar Alî Akşît jî destnîşan kir ku ger fiyet erzan nebin wê li Bismilê çandinî nemîne û xwest li hemberî zeman hin tevdîr bên girtin. 
 
‘EM 8 MEHAN DIXEBITIN, LÊ DI DEST ME DE TIŞTEK NAMÎNE' 
 
Ferhat Kizilkaya jî diyar kir ku ew serê sibehê di 6'an de dest bi kar dikin û heta derengê şevê dixebitin. Kizilkaya, anî ziman ku dewlet desteka ji bo cotkaran kêm kiriye û got: "Li Deşta Bismilê çandinî diqede. Em 8 mehan ji bo pembo dixebitin, lê di dest me de tiştek namîne. Mesele ne di axê de ye, ax dide, lê bihabûna fiyetên mazot, ceryan, gubre û dermanan cotkariyê diqedîne." 
 
Abdulkadîr Tûran jî, anî ziman ku ew pemboyê tê berhevkirin li kamyonan bar dikin û dibin fabrîkayê, lê belê ew ji bo mazot û bacê dixebitin.