Mişmişvan: Tekane rê kooperatîfbûyîn e

img
MELETÎ - Li Meletiyê îsal jî ruyê milmişvanan nekeniya. Cotkaran, got: "Eger kooperatîfek bê avakirin em ê xelas bibin." 
 
Li cîhanê 60 ji sedî mişmişên teze û 80 ji sedî jî mişmişên hişk li Meletiyê şîn tên û tên hilberandin. Lê belê îsal jî tişta ku cotkaran ji mişmişan hêvî dikir bi dest nexist û li gor pa bera îsal 50 ji sedî kêm bûye. Mişmişvan Şenay Gundogdû, diyar kir ku diyar kir ku li bajêr 4 "axayên mişmişan' hene û ji mecbûrî ketina nav pençikên wan. Gundogdû, destnîşan kir ku tekane rêya xelasiyê ya hilberîneran kooperatîfbûyîn e. 
 
'HEQÊ KEDA ME BI DEST ME NAKEVE' 
 
Gundogdû ku li Taxa Oren a navçeya Mihacirê bi salan e mişmişvaniyê dike, diyar kir ku par 12 ton mişmiş çiniye lê îsal tenê ton û nîv çiniye. Gundogdû, anî ziman ku darên mişmişan ne wekî darên din in û got, pêşî kulîlkên mişmişan paşê pelên wan vedibin. Gundogdû, got: "Ji ber îsal toz tune bû ber jî kêm bû. Mesela par min 12 ton mişmiş berhev kir, lê îsal min ton û nîv. Par min bi 6 lîreyan difirot, lê ez ê îsal bi 18 lîreyan bifiroşim. Pêşî em mişmişan berhev dikin. Paşê em wan dadiweşînin. Paşê em wan hebo hebo dixin qaseyan. Piştî em dixin qaseyan em wan radixin. Paşê em navika wan derdixin. Paşê em dîsa radixin. Piştî hişk dibin em dîsa kom dikin. Yanî heta mimiş ji darê tê jêkirin û diçe embarê gelek zor û zehmetiyên wê hene." Gundogdû, bilêv kir ku ew pir tahbê dibînin lê belê dîsa jî heqê keda wan bi dest wan nakeve. 
 
Gundogdû, destnîşan kir ku berê wî fasûle û genim jî diçand lê belê dev jê berdaye û got: "Berê me baş bû, lê belê tiştek di dest me de nema. Loma niha tiştekî naçînim. Niha di dest me de tenê mişmiş mane. Eger wisa biçe belkî kes hew bi mişmişan re jî eleqedar bibe. Çimkî wekî berên din di mişmişan de jî êdî heqê keda me bi dest me nakeve. Mesela eger kooperatîfbûyîn hebûna, wê rewş ne wiha bûna. Eger em berên xwe li cem xwe bi kar bînin, wê heqê keda me jî bi dest me bikeve. Eger wisa be wê her kes vî karî bike. Bi ya min kooperatîfbûyîn bivê nevê ye. Li Bazara Şîreyê 4 bazirganên mişmişan hene. Ez ji wan re dibêjim ev ne bazirgan in, ev 'axayên mişmişa' ne. Tê bi lingên xwe pêl keda min dike. Paşê bi mahdetirşî dibêje 'na, çênebûye.' Yanî Meletî di nav destê 4 kesan de ye. Lê eger li şûna evana kooperatîfbûyîn hebûna û mirov heqê keda xwe bi dest bixistana, li piyaseyê ne gotina van 4 kesan, gotina Meletiyê derbasdar bûna wê mişmiş bi xelasiyê bikevin." 
 
Neslîhan Cengîz jî, diyar kir ku li gor par bera îsal ne tu ber e û got: "Îsal tiştek di dest me de nema. Li gor par bera mişmişan 50 ji sedî kêm bûye. Par me 10 ton mişmiş hişk kir û me 50 hezar lîre qezenc kir. Ji 2 hezar û 400 qaseyan 10 ton mişmiş derket. Lê îsal me 6 hezar qase raxistin. Dîsa 10 ton çêbû. Lê em xisirîn. Mişmiş bereke wisa ye ku mirov nizane wê çawa be."