Temellî: Em ê di sindoqan de bersiv bidin dijminên kedê

img

STENBOL -  Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê li Gungorenê bi karkerên tekstîlê re civiya wiha got: “Em ê di sindoqan de bersiva herî baş bidin feraseta tekparêz a desthilatdariyê, dijminên kedê û feraseta ku şer li ser gelan ferz dike.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Sezaî Temellî û parlementerên pê re, li fabrîqeyek tekstîlê ya li navçeya Gungorenê bi karkeran re civiya. Temellî li fabrîqeyê geriya û hemû karker yek bi yek silav kir. Temellî, di hevdîtinê de axaftinek kurt kir û wiha got: “Ez ne xerîbê behna fabrîqeyê me. Dayik û bavê min jî karkerên tekstîlê bûn.” 
 
'BI DAWÎ ANÎN DI DESTÊ WE DEYE’
 
Temellî wiha axaftina xwe dewam kir: “Bavê min û dayika min karkerên tekstîlê bûn. Dema ez biçûkbûm bi bavê xwe re dihatim fabrîqeyê. Ez ne xerîbê bêhna fabriqeyê me. Ez jî kedkarê zanistême. Hûn tenê cilekê nadirûn. A rastîn hûn Tirkiyeyê a hildiberînin. Hemû kar û barê vî welatî li ser pişta karker û kedkarane. Mixabitin li vî welatî bêedaletiyek mezin heye. Divê em dawî li vê bêedaletiyê bînin. Ev yek di destê me deye. Me weke HDP’ê weke ku hûn jî dizanin, partiya jin, kedkar, emekdar û ciwanane. Ez ji vê derê dibînim. Piraniya xebatkaran jinin. Lê li Tirkiyeyê herî zêde keda jinan tê xwarin. Dîsa piraniya xizanan jinin. Em hemû bi hevre dikarin dawî li vê yekê bînin. Ji ber vê ji hemû kedkaran re dibêjin, werin gel hev û dawî li vê bêmafî û bêedaletiyê bînin. Dengê xwe derxin. Ger hûn dengê xwe dernexin, têkoşîn nekin û dinava vê têkoşîna mafdar de cih negirin, dê dîsan keda we bê xwarin. Êdî dê her roj bê xwarin.”
 
‘ÇAV BERDANE TAZMÎNATA QIDEM A KEDKARAN’
 
Temellî, rêjeyên bêkarî yên hatin aşkerekirin jî nirxand û wiha got: “Dinava salekê de bêkarî ji sedî 14.1 zêde bûye. Gefa bêkariyê li ser we, weke senaryoyên tirsê bikar tînin. Yên ku polîtîkayên wan ên îstîhdamê tuneyî, niha çav berdane tezmînata qidem a kedkaran. Ji ber ku nikarin aboriyê bi rêve bibin, kedê dixwin. Karê nelirêtiyê dewam dikin û berdêla vê jî, bi gel û kedkaran didin. Dema ku em dibin em nadin, wê demê serê li polîtîkayên şer û tundiyê û dijminantiya Kurdan didin.” 
 
'JI BO DEMOKRASÎ Û AŞTIYÊ EM DENG BIDIN’
 
Temellî, bal kişand ser hilbijartina Stenbolê ya nêz dibe û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev hilbijartin tenê hilbijartina serokê şaredariyê nîne. Emê  di vê hilbijartinê de, carek din hêza xwe nîşanî desthilatdariya kedxwar dibin. Werin em dengê xwe bidin demokrasî û aştiyê. Ez hêvî dikin ku piştî 23’yê Hezîranê, dê têkoşîna demokrasiyê bi hêztir bibe. Ev dê rêya we veke û hûnê ronî bibin. Ez di kar û xebata we de serkeftinê dixwazim. Serkeftîn be.”