Di meha Adarê de rêjeya bêkariyê ji sedî 14.1 zêde bû

img
ENQERE - TUÎK’ê rêjeya bêkariya di meha Adarê de aşkere kir. Rêjeya xebitandinê kêm bûye û di meha Adarê de jî ji sedî 14.1 bêkarî zêde bûye. 
 
Saziya Îstatistîk a Tirkiyeyê (TUIK) rêjeya bêkariyê ya di meha Adarê de aşkere kir. Li gorî danayên bêkarên hêviyên xwe windakirin ên beşdarî hesab nebûn, di meha Adarê de rêjeya bêkariyê ji sedî 14.1 zêde bû. 
  
Li gorî danayên TUÎK’ê yên mijara nîqaşê ne, li tevahiya Tirkiyeyê, hêjmara bêkarên temenê wan 15 û jordetir, di Adara 2019’an de, li gorî sala derbas bûyî, mîlyonek û 334 hezar kes zêdebûne û hejmara bêkaran derketye 4 mîlyon û 544 kesan.