KKP’ê li Amedê panela qeyrana aborî li dar xist

img
AMED - KKP'ê, panela “Em li nane xwe xwedî derkevin” li Eywana Şanoyê ya Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar xist.
 
Partiya Komînîst a Kurdistan (KKP) panela “Em li nane xwe xwedî derkevin” li Eywana Şanoyê ya Navenda Çand û Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê li dar xist. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û Yekîtiya Tekoşînê ya Amedê beşdarî panêle bûn. Parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Rihayê Nûsrettîn Maçîn panêl pêşkêş kir. Serokê KKP’ê Sînan Çîftyurek, Sekreterê ciwanan ê KKP’ê Yaşar Kazici û Endama Meclîsa KKP’ê Derya Yetîşgen wekî panelîst axivîn. Serokê KKP’ê Sînan Çîftyurek mijara “Qeyrana Aborî û Civak”, Sekreterê ciwanan ê KKP’ê Yaşar Kazici mijara “Qeyrana Aborî û Ciwanî” û Derya Yetîşgen jî  “Qeyrana Aborî û Jin” pêşkeş kirin.
 
DIVÊ BAR HEMÛ LI SER MILÊ JINAN NEBE
 
Di destpêkê de Derya Yetîşgen dest nîşan kir ku demekî dirêje qeyrana aborî xwe dide hîs kirin û wiha axivî: “Yên ku herî zêde qeyrana aborî ser bandor kirî jin in. Bandora qeyranê ya li ser jinan, ji kar derxistinê bigre heta keda jinan biçûk dîtinê tê jiyandin. Keda jina pola duyemîn tê dîtin û di karên bê ewlehî de tên xebitandin. Dema jin vedigerin malê jî tên binpê kirin. Qey karê paqijiya malê û li nêrîna zarokan tenê wek yê jinan e tên xebitandin.”
 
Yetîşgen, diyarkir ku di Tirkiyê de ji 100 jinan tenê 5 emekdar dibin û wiha berdewam kir: “Divê Saziyên Sivîl yên Civakî û dewlet xwedî li jinan derkeve û bi zilaman re şertên wek hev afirînin. Ji bo lê nêrîna zarokan jî divê dewlet di demsalên qeyranê de alîkariya jinan bike.”
 
Yetîşgen, herî dawî destnîşan kir ku bi qeyranan tundiya li ser jinê jî zêde dibe û got: “Divê bar hemû neyê avetên ser milê jinan.”
 
DEWLET CIWANA JI POLÎTÎKAYÊ DÛR DIXE
 
Pişt re Sekreterê ciwanan ê KKP’ê Yaşar Kazici bal kişand ser polîtîkayên dewletê ên li ser ciwanan û wiha got: “Dewlet bi hemû heza xwe ciwanan ji polîtîkayê dûr dixe. Yên ku herî zêde ji bêkariyê bandor digrin ciwanin. Bêkarên li Tirkiyê û Kurdistanê ji nûfusa 97 dewletan zêdetire” Kazici axaftina xwe li ser beşên ciwanên xwendekar, yên dixebitin û yên bêkar dawî kir.
 
ÇARESERÎ DI SOSYALÎZMÊ DE YE
 
Serokê KKP’ê Sînan Çîftyurek jî di axaftina xwe de pirsa “Qeyrana aborî heye an tune ye” pirsî û wiha axivî: “Tu li qesrê rûnî qeyran tune lê tu bê Rezanê dê bizanî ku qeyrana aborî heye.” Çîftyurek bal kişand ku li Tirkiyê bertek li hemberî qeyranê zêdehî nayê dayîn û wiha berdewam kir: “Li dewletên weke Urdun û Fasê li hember qeyrana aboriyê bûyerên mezin çêdibin. Polîtîkaya Tirkiyê a derve qeyranê kurtir dike.”
 
Çîftyurek, da zanîn ku ev 30 sal e şerek tê jiyîn û wiha got: "Ev jî bandoreke mezin li qeyrana aboriyê dike. Çavkaniyên Kurdistanê jî bar dikin, dibin Tirkiyê.” 
 
Çîftyurek, dest nîşan kir ku ew bi bûrjûvan re ne li heman keştiyê de ne û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Heke niha dewletên herî pêşketî yên cîhanê deyndar bibin, ev pêşpîniya Marksîzmê ya beriya 150 sala rast dike. Çareserî di sosyalîzmê de ye. Niha kapîtalîzm pirsgirêka dem û cih dikşîne."