Ji esnafan nirxandina krîzê: Aborî nemaye

img

WAN - Bazirganên bazara Wanê, diyar kirin ku bandorên krîza aboriyê bi pêvajoya pandemiyê re girantir bûn û gotin: “Dahatûya me tuneye, lê lêçûnên me pir zêde ne. Li welat aborî ne ma ye.” 

Bandorên krîza aborî ya li welat tê jiyîn, her roja diçe kurtir dibe. Yek ji qadên herî zêde, krîzê lê bandor kiriye, qadên bazarane. Bazirgan mîna berê nikarin firotinê bikin û welatî jî nikarin xwe nêzî dezgeh bikin. Bazirganên bazara gel a li Taxa Bostanîçî ya girêdayî navçeya Rêya Armûşê ya Wanê tê danîn, ji ber kêmbûyîna kirîn û firotinê bi gazincin. Bazirganan, diyar kirin ku firotin ji sedî 50 kêm bûye. 
 
Helîn Ûygûn a di demên xwe yên vale de, li bazarê alîkariya bavê xwe dike, dest nîşan kir ku ew hel didin ji vê derê debara xwe bikin û wiha qala rewşa xwe kir: “Aborî me pir dide zoriye. Kar tuneye. Ji ber ku kar tuneye, ez mecburim li vê derê bixebitim. Berê kar hebû. Lê niha kar tuneye. Li bajarê me zivîstan pir dijwar derbas dibe. Ji ber vê  li vir, bazirganî kirin pir zor û zehmete. Barê me her tim girane.” 
 
‘DAHATÛ TUNEYE, LÊÇÛN PIRE’
 
Mûsa Yildiz jî, anî ziman ku li gorî salên bihurî ji sedî 50 qezenca wan kêm bûye û got: “Ji serê sibê de em tên bazarê û amadekariya xwe dikin. Lê kar tuneye. Dagatû tuneye, lêçûnên me pirin. Min bankayê kredî stand, lê ez nikarin deynê xwe bidim. Her tişt pir biha bûye. Pereyê min tuneye. Ez nizanim ezê çawan deynê krediya xwe bidim. Niha ez li 4 kesan mezê dikim. Êdî nema em dizanin emê çawan debara xwe bikin.” 
 
‘BI MIROVAN RE PERE NEMAYE’
 
Sûat Kaba jî, bal kişand ser pêvajoya pandemiyê û wiha têkildarî rewşa dijîn axivî: “Bi pêvajoya pandemiyê re û bilindbûna dowîzê re rewşa aboriya me hîn xirabtir bû. Mirovan, berê bi 20 TL’an dikaribûn mesredên mitbexa xwe temam bikin. Ji ber bêkariyê, berîkan mirovan valeye. Ligel mirovan pere tuneye. Ev jî bandorê li karê me dike. Bêkarî pir zêde bûye. Êdî mirov nayin bazarê. Li welat aborî nemaye. Her roj rayedar derdikevin televîzyonê û dibêjin aborî baje. Lê em vîkarî dikin û baştir fêm dikin. Em baş dibinin ku aborî di çi rewşî de ye. Rastî pir cûdaye. Yên di nava vî karî de cih nagirin, nikarin me fêm bikin.”