TTB û TPD: Dema ku kedkarên tenduristiyê têk biçin wê cihê wan neyê girtin

img
ENQERE –  Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr, diyar kir ku têkçûna kedkarên tenduristiyê tê wateya têkçûna civakê. Serokê TPD’ê Omer Boke jî got heke piştgiriya kedkarên tenduristiyê neyê kirin dê têk biçin. 
 
Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB) û Komeleya Derûnnasên Tirkiyeyê (TPD), derbarê pirsgirêkên kedkarên tenduristiyê de bi awayekî online bi ser navê “Dema ku Kedkarên Tenduristiyê Têk biçin Cihê Wan Nayê Girtin” civîneke çapameniyê li dar xistin. Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr, Serokê TPD’ê Omer Boke tevlî civînê bûn. 
 
‘TÊKÇÛNA KEDKARÊN TENDURISTIYÊ TÊKÇÛNA CIVAKÊ YE’
 
Di civînê de Seroka TTB’ê Şebnem Korûr û Serokê TPD’ê Omer Boke axivîn û bal kişandin ser pirgirêkên ku kedkarên tenduristiyê dijîn û xwestin ku dewlet ji bo kedkarên tenduristiyê piştgiriya pêwîst bike. Şebnem Korûr, diyar kir ku têkçûna kedkarên tenduristiyê tê wateya têkçûna civakê. Omer Boke jî got heke piştgiriya kedkarên tenduristiyê neyê kirin dê têk biçin.