Paylan: Budçeya Qesrê budçeya şer û hevalbendê wê ye

img

STENBOL – Cîgirê Hevserokên Giştî Garo Paylan ê ji Aboriyê Berpirsiyar e Teklîfa Budçeya 2021’an a partiya xwe bi raya giştî re parve kir. Paylan derbarê budçeyê de got: "Budçeya Qesrê; mêtingeriya kedê ye, bêdadiya dahatê ye, newekheviya herêmî, wêrankirina xwezayê û cudakariya zayendî ye. Budçeya Qesrê; budçeya îsraf, nelirêtî, talan û rantê ye. Budçeya sala 2021’î, budçeya Qesrê, ya şer û ya hevalbendê wê ye. Em ne mecbûrî vê yekê ne." 

 
Cîgirê Hevserokên Giştî yê HDP’ê Garo Paylan ê ji Aboriyê Berpirsiyar e li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Stenbolê têkildarî Teklîfa Budçeya 2021’an a HDP’ê civîna çapemeniyê li dar xist û rapora budçeyê bi raya giştî re parve kir. 
 
Teklîfa Budçeyê ya ji aliyê Paylan ve hat parvekirin wiha ye: 
 
 "BUDÇEYA JI BO GEL NE YA JI BO QESR Û ŞER Û HEVKARAN SOZÊN KU BUDÇEYÊ DAYE WELATIYAN
 
Sozên ku du budçeyê de dane, pêvajoya jiyana welatiyan destnîşan dike. Sozên ku desthilatên vî welatî di budçeyê de dane, nîşan didin ku ew temsîla çi dikin û mafê kê diparêzin. Bi tercîhên ku Qesrê di budçeya xwe ya 2021’î de kiriye, pê re biryar dane ku dê bacan ji kê bistînin û bacên hatine berhevkirin li çi û çawa werin xerckirin! Tifaqa AKP-MHP’ê di budçeya sala 2021’î de tercîha xwe bi vî rengî kir û ev budçe ji bo Qesrê, şer û sermayeyê veqetand. 
 
QESRÊ BUDÇE NE JI BO ME TEVAN LÊ JI BO JI SEDÎ 1’Ê AMADE KIR
 
Budçeya Qesrê; mêtingeriya kedê ye, bêdadiya dahatê ye, newekheviya herêmî, wêrankirina xwezayê û cudakariya zayendî ye. Budçeya Qesrê; budçeya îsraf, nelirêtî, talan û rantê ye. Budçeya sala 2021’î, budçeya Qesrê, ya şer û ya hevalbendê wê ye. Em ne mecbûrî vê yekê ne! 
 
BI GUHERTINA BUDÇEYÊ
 
Bi guhertina budçeyê em dikarin daxwazên van tevan pêk bînin: 
 
* Daxwazên karker, karmend, malnişîn,
* mamosteyên li hêviya kar, 
* kesên ji bo temen li hêviya malnişîniyê, 
* cotkarên nikarin çandiniya xwe bikin,
* dikandarên ku deriyê dikanên xwe girtine, 
* kesên bêkar û jin û ciwanan. 
 
BILA BUDÇEYA 2021’Î BIBE ‘BUDÇEYA GEL’
 
Dê sala 2021’î ji bo; kedkar, malnişîn, jin, ciwan, cotkar, esnaf û bêkaran saleke zor û zehmet be. Di van şertên pendamiyê de ku rêjeya bêkariyê zêdetir kiriye, divê ji bo welatiyan xwe em butçeyeke aborya misoger peyda bikin. Bi guhertina budçeya 2021’î: dê hemû pêdiviyên welatiyan ên bingehîn bên misogerkirin; dê bêedaletiya dahateya di navbera herêman de kêm bibe, xweza were parastin, tenduristiya gel derkeve pêş, wekheviya zayendî pêk were û budçeyeke li gorî aştîxwazî û kedkaran be. Ji bo vê yekê em budçeya gel pêşinyar dikin! Bila budçeya 2021’î bibe ‘Budçeya Gel’ 1 Budçeya gel kamûyî ye. Bi dahatên kamûyê aboriya hemû hemwelatiyan tê misogerkirin. Mal û milkên pêşkêşî şer û qesrê tên kirin dê ji bo misogeriya aboriya gel bên bikaranîn. Budçeya gel, pêdiviyên hemû hemwelatî û penaberan ên bigehîn misoger dike. Pêdiviyên gel ên bingehîn, bi destê kamûyê, bi awayekî baş û bêpere tên pêşkêşkirin. Ne tenê ji bo ji sedî 1’î, budçe ji bo misogeriya aboriya herkesî pêkan e! 2 Budçeya gel, di xizmeta aştî û azadiyê de ye Tercîhkirina polîtîkayên şer, di 6 salan de budçeya lêçûnên şer 4 qat zêde kirin. Dahat; ji bo çek, tang û fuzeyan hat bikaranîn. Pirsgirêka kurdan, Ege, Qibris û pirsgirêka Qerebaxê wê bi awayekî demokratîk û aştiyane bê çareserkirin û dahatên kamûyê wê ne ji bo şer, ji bo misogeriya pêdiviyên gel ên bingehîn bên bikaranîn. Budçeya ji bo aştî û azadiyê pêkan e! 
 
RÊGEZÊN BUDÇEYA GEL 
 
3 Budçeya gel; di xizmeta kedkar, esnaf û cotkaran de ye. Tifaqa AKP-MHP’ê ne bi kedkaran lê bi sermayeya mezin re ye. Karker, cotkar, memûr, esnaf û malnişîn li xwe wek ‘bar’ hesibandin. Bi budçeya gel; kedkar, memûr, esnaf, cotkar, bêkar û malnişîn wê mafê xwe yê ji bendçeyê bigirin. Budeçeya ji bo kedê û newekheviya dahatê ji holê radike pêkan e! 4 Budçeya gel, ji bo jinan e Tifaqa AKP-MHP’ê bi budçeya xwe, ji daxwazên jinan ên wekheviyê re nebû bersiv; maf û keda jinan jinedîtî ve hat; ev newekhevî û bêedaletî zêde kir. Bingeha budçeya gel wê ji bo wekheviya jin û mêran be . 5 Budçeya gel, ne li dijî xwezayê ye. Feraset a xwezayê ji bo xwe bi kar tîne, xweza talan kir. Polîtîkayên şaş ên maden û enerjiye xweza qetil kir. Bi çavsoriya rantê, xweza hat hilweşandin.Budçeya gel; wê li hemberî qeyrana avhewayê hestiyar be û nebe sedema dijayetiyê di navbera mirovan û xwezayê de; wê xwezayê neke bin serweriya hin kesan. Budçeyeke bi xwezayê re dost pêkan e! 6 Budçeya gel, polîtîkayên li ser bingeha mafan esas digire. Di budçeya gel de wê polîtîkayên civakî ne wek alîkarî lê wek maf pêk bê. Di budçeyê de wê dahatên ji bo polîtîkayên civakî bên zêdekirin. Pêdiviyên bingehîn wê ji aliyê kamûyê ve bê pere bên dayîn. Budçeya polîtîkayên civakî ya mafan esas digire pêkan e! 7 Budçeya gel ji bo tenduristiya gel e. Pandemiya Kovîd-19’ê, bi awayekî aşkera derxist holê ku divê di pergala tenduristiyê de rê li ber piyasebûnê bê girtin û budçe bi taybetî ji bo tenduristiya gel bê amadekirin. Budeçeya gel wê di tenduristiyê de rê li ber sektora taybet û piyasebûnê bigire; newekheviyên ji ber şert û mercên zor ên kedkarên tenduristiyê û cudahiya dahatê ji holê rabike. Di budçeya gel de, wê hemû xizmetên tenduristiyê; ji bo gel, hêja, bi hêsanî bê gihandinê û bi tevahî bêpere be. Budeçeya ji bo tenduristiya gel pêkan e! 8 Bingeha budçeya gel; tevlîbûn, xwecihîbûn û wekheviya herêmî ye. Budçeya gel, wê rasterast bi daxwazên gel û rêxistnên civakî bê sazkirin. Budçeya gel, wê newekheviyên herêmî kêm bike. Budçeya gel, wê ji bo rêveberiyên xwecihî dahatê bêhtir veqetîne. Polîtîkayên budçeya gel, wê newekheviyên herêmî kêm bike, destek bide hilberînê, binesaziyê xurt bike, îstihadamê zêde bike û hejariyê kêm bike. Budçeya newekheviyan kêm dike û tevlîbûnê esas digire pêkan e! Her welatî dê bi kêmanî bibe xwediyê dahata asgarî Welatî û penaberên ku dahata wan nîn e, mehê dê herî kêm 1.000 TL dahata wan hebe. Mûçe dê herî hindik bibe 4.000 TL Mûçeyê herî hindik û ji bacê bêrî û teqez dê bibe 4.000 TL. Jinên ku kedkarên malê ne dê bibin malnişîn Keda jinan a li malê dê di çarçoveya ewlehiya civakî de bê misogerkirin. Prîmên ji bo malnişîn û lêçûnên tenduristiyê ji budçeyê bên dayîn. Mûçeyê malnişînan ê herî hindik dê bibe 2.500 TL Her kesekî malnişîn dê mehane herî kêm 2.500 TL mûçe werbigire. Veguhastina bi wesayitên giştî ya nav bajêr dê bê pere be Welatiyên ku dahata wan di bin sînorê xizaniyê de ye, dê ji veguhastina giştî ya nav bajêr sûdê werbigirin. Di sektorên kamû û taybet de dê îstihdama astengdaran bê zêdekirin Dê polîtîka û pêkanînên ku astengdaran ji aborî û jiyana civakî dûr dixin ji holê bên rakirin. Di sektorên kamûyê û taybet de dê îstîhdama astengdaran zêdetir bibe.
 
 BI BUDÇEYA GEL: Hemû xizmetên tenduristiyê dê bê pere bin Ji bo hemû welatî û penaberan dê hemû xizmetên tenduristiyê bê pere bin û hemû kes bi hêsanî ji van xizmetan sûdê werbigirin. Di sektora tenduristiyê de, dê xwemalîkirin û bazirganiya tenduristiyê bên bidawîkirin. Şert û mercên dijwar ên kedkarên tenduristiyê û cudahiya statûtaya newekhev ji holê bên rakirin. Mamosteyên dest bi kar nekirine dê dest bi kar bikin Gelek mamoste dest bi kar nekirine; mamoste dê dest bi kar bikin û bigihêjin xwendevanên xwe. Dê 200 hezar mamoste dest bi kar bikin. Hemû zarok û ciwan dê bi zimanê dayikê, bi zanistî û bê pere perwerde bibin Dê zarok û ciwan bê pere, bi zimanê dayikê, bi zanistî û baş perwerde bibin. Di pêvajoya pandemiyê de ji hemû zarokan re, yên derfet nabînin kompîtir peyda bikin kompîtir bên dayîn.Ji hemû xwendekaran re dê derfetên bêpere û bêsînor înternet bê afirandin. Kesên ji ber temenê wan mafê wan ê malnişîniyê nayê dayîn dê bibin malnişîn Her çiqas rojên prîm û dema sîgorteya wan temam bûbe jî ji ber krîtera temen bi milyonan kes nikarin bibin malnişîn û mexdûr bûne. Mexdûriyeta wan dê ji holê bê rakirin. Bêyî krîtera temen kesên ji ber temenê xwe nayên malnişînkirin dê bibin malnişîn. 
 
BI BUDÇEYA GEL: Dê ji memûran re 3.600 nîşandera pêvek were dayîn Dê standarda jiyanê ya hemû memûr û memûrên malnîşîn were bilindkirin û 3.600 nîşandera pêwek bikeve meriyete. Deynê cotkarên xizan dê bê faîz were sererastkirin û piştgiriya ji bo cotkaran were zêdekirin Deynê cotkaran bi giştî 120 milyar TL’î derbas kiriye û ji bo cotkaran dê çareseriyên mayînde bên pêşxistin. Deynê cotkarên xizan dê ji nû ve bê faîz û bi demdirêjî were sererastkirin. Piştiriya mazot, gubre, derman û tov ku didin karkeran dê du qat were zêdekirin. Dê Wezaretiya Jinan bê avakirin Bi armanca têkoşîna bibiryar a tundiya li jinan, ji bo pêkanîna wekheviya zayendiya civakî û ji bo bi awayekî mayînde çareserkirina pirsgirêka jinan a civakî, dê Wezaretiya Jinan bê avakirin. Bi armanca piştgirîdayîna mafê xebata jinan û berfirehkirina qada jiyana civakî, budçe bê seferberkirin. Di her taxê de dê kreşên bêpere bên vekirin. Pergala Îhaleya Kamûyê, dê wekî ji holê rakirina newekheviyê û cihekariyên zayendî, îstîhdama jinan bê serarastkirin. Dê rejeya îstîhdama jinan bê zêdekirin.
 
BI BUDÇEYA GEL: Budçeya Serokatiya Karê Diyanetê, ji bo hemû baweriyan bê pêşkêşkirin Budçeya Serokatiya Karê Diyanetê ku ji tevahiya wezaretan zêde ye, dê pêşkêşî xizmeta hemû saziyên baweriyan bê kirin. Bêyî faîz dê deynê esnafên biçûk were sererastkirin Bêyî faîz dê deynê bac û krediyan yê esnafên biçûk ji nû ve û li gorî demdirêjiyê were sererastkirin. Ceyran, av, gaza xwezayî û înternet dê bê pere bin Li gorî hewcedariya mirovan dê ceryan, av, gaza xwezayî û înternet bê pere bin. 
 
BI BUDÇEYA GEL: Em ê Lêçûnên Parastinê kêm bikin Dê çavkaniya ji bo lêçûnên şer û parastinê tên bikaranîn, bên kêmkirin. Çavkaniyên budçeyê dê ji bo pêkanîna xweşiya gel bê seferberkirin. Çavkaniyên welêt; dê ji bo tank, fuze û çekan neyê xerckirin Em ê moşekên S-400’î bifiroşin! 
 
ÇAVKANIYA WAADÊN ME YÊN BUDÇEYA 2021’Π
 
Daxwazên gel bi gotina “çavkanî tune ye” di budçeyê de cih nagirin. Lê belê çavkanî heye! Yekane tişta ku divê bê kirin guhertina tercîhên budçeyê ye! Dê dawî li îsrafên Qesrê bê anîn Înşaetên qesrê dê bên sekinandin. Dê Qesrên li ser avê diçin, difirin û dimeşin bên firotin. Dê dawî li lêçûnên şatafat û îsrafên bi çavkaniyên gel tên kirin, bê anîn. Dê budçeya serokomariyê, ji sedî 90 bê daxistin û lêçûnên veşarî bên rakirin. Parlamenter û serokomar jî di nav de dê mûçeyên tu xebatkarên kamûyê ji sê qatên destheqên asgarî zêde neyên dayîn. Dayînên ji bo komele û weqfên alîgir, dê bên sekinandin. Dê dawî li çavkaniyên gel ku pêşkêşî komele û weqifên alîgir tên kirin, bê anîn. Dayînên ji bo komele û weqfên alîgir dê bên sekinandin. Dê îhaleyên kamûyê ku ji bo alîgiran tên dayîn bên betalkirin. Dê îhaleyên kamûyê ku ev pênc sal in ji bo şîrketên alîgir tê dayîn bên betalkirin û bên sekinandin. Îhaleyên bi rêbazên mîna ‘usûla vexwendinê’ yên ji bo alîgiran hatine dayîn ku ne li gorî usûlê hatine kirin û li dijî zelalî û hesabdayînê ne, bên betalkirin. Dê hesabên nelirêtiyên berê ku di îhaleyên kamûyê de hatine kirin, bê pirsîn. Fonên li derveyî budçeyê, dê tev li budçeyê bên kirin Fonên ku çavkaniyên lêçûnên kêfî yên qesrê ne, dê tev li budçeyê bên kirin. Nexweşxaneyên bajaran, pir û otoban dê bikevin bin xizmeta civakê Dayînên garantî yê ji bo lêçûnên projeyên havkariya kamû û taybet dê bên sekinandin. Projeyên nexweşxaneyên bajar, otoban û pirê ku bi projeyên bi hevkariya kamû û taybet hatine çêkirin, dê bikevin bin xizmeta civakê. Dê hesabê dayînên ku di vê çarçoveyê de tên kirin, bên pirsîn! Fona hebûnê dê bê girtin Dê Fona Hebûnê ya Tirkiyeyê ku di rewşa xezîneya paralel a rejîma yekzilamî de ye, bê girtin. Projeya hêzgeha nuklerî bê betalkirin, hêzgeha termîkan bên girtin Dê projeya hêzgeha nuklerî ya Akkuyuya Mêrsînê bê betalkirin. Hêzgehên termîk ku gelê me jehrî dikin dê bên girtin. Bêedaletiya di dema diyarkirina baceyê de ji holê bê rakirin Cezayên têkildarî revandina baceyê, nelirêtî û nelirêtiyên di îhaleyan de, bên zêdekirin. Dawî li tiştên ku ji sermayedarên mezin re tên kirin wekî muafiyeta baceyê, awateya wî, daxistina wî û efûkirina baceyê, bê anîn. Dê dawî li îstisna, daxistin, muafiyeta baceyê û efûkirina baceyê ya ji bo semmayadarên bê anîn. Pergala baceya ku li gorî mal û milkan û dahatan diguhere, bê avakirin. Dê ji pileyên rantê ku bi zêdebûna îmarê re zêde dibin, Baceya Rantê pêk were. Bi armaca hejîna karbonê di bin kontrolê de bigirin, dê Baceya Karbonê bikeve meriyete. Qeydên aboriya dijfermiyetê dê bikeve bin qeydan û bi vî awayî dahatên baceyan zêde bibe. Bi zindîbûna aboriya ku bi dayîna çavkaniyan ji gel re, bace hîn zêdetir bin. Bêedaletiya xizanî û dahatê dê bê kêmkirin Bi dahata desteka ji bo kesên desteng û xizmetên kamûyê yên bêpere, dê xizanî û newekheviya dahatê bê kimkirin. Dê şer bi dawî bibin Dê siyaseta şer bi dawî bibe. Çavkanî dê ji bo aramiya gel bên bikaranîn. Hemwelatiyên me bigihîjin aboriyeke misoger Dê tu hemwelatî me bê ewle û dahat nemîne. Dê dawî li hilweşandina xwezayê bê anîn Dê qirkirina xwezayê ku di bin navê polîtîkayên aboriyê yên hevrê xwezayê ne tên kirin, bên astengkirin. Bi polîtîkayên aboriyê yên bi xwezayê re dostên, qetilkirina xwezayê bê astengkirin. Hilberîn û mezaxtin dê zêde bibe Piştî gihîştina destdengan a dahatê dê mezaxtin zêde bibe. Dê zêdebûna mezaxtina piştî destekdayîna hilberînerên biçûk û avakirina saziyên aboriyê yên baweriyê didin, zêdetir bibe. Bi zêdebûna mezaxtinê, avakirina sazûmaneke pêbawer û destekdayîna ji bo hilberînerên biçûk dê hilberîn zêde bibe. Dê îstihdam zêdetir bebe Bi milyonan kes dê di sektorên taybet û sektorên kamûyê de kar bibînin. Dê newekheviya zayendî ya civakî bê kêmkirin Dê hemû kiryar û polîtîkayên ku dibin sedema newekheviya zayendî ya civakî ji holê bên rakirin. Dê cihêkariyên ku jin di qada aborî û civakî de rûbirû dimînin bên kêmkirin. 
 
Destkeftıyên budçeya gel ne ji bo şer lê ji bo aştiyê, ne ji bo hin kesan lê ji bo her kesî butçeyeke din pêkan e! Ji bo ked, jin û xwezayê…"