Xizanên Stenbolê: Heya ku AKP neçe ev krîz wê dewam bike

img
STENBOL - Krîza aborî ya her roj kûrtir dibe, herî zêde li Stenbolê tê hîskirin. Welatiyên ji bihabûna zêde bi gazincin, diyar kir ku ger desthilatdariya AKP’ê bi dawî bibe jî, rewşa heyî zû biz û derbas nabe û gotin: “Krîza heyî wê dewam bike.” 
 
Her roja ku diçe krîza aborî kûrtir dibe û bi vê yekê re bihabûn derketiye asteke cîddî. Bi şewba vîrûsa korona (Kovîd-19) re, ev rewş xirabtir bû. Êdî rewş wisan bûye, gelek beşên civakê nikarin debara xwe bikin û zehmetiyên pir cidî dikêşin. Yek ji van beşan jî bi mîlyonan xizanên li Stenbolê dijîne. 
 
MEAŞÊ EMEKKDARIYÊ TÊRÊ NAKE 
 
Welatiyê 63 salî Mûrat Boyaci yê berî 2 mehan ji cihê lêdixebitî emekdar bû, diyar kir ku hezar û 557 TL meaşê wî yê emekdariyê heye û wiha axivî: “Ez bi vî meaşî nikarim kirêya xwe jî bidim. Ligel temenê min ê mezin jî, ez neçar mam ku karekê din bibînin û xebata xwe dewam bikim. Gelek zorî û zehmetiyên me hene. Meaşê min ê emekdariyê pir kême. Ma emê çawan debara xwe bikin. Encex em karibin zikê xwe tije bikin. Bihayê herî kêm ê kirê 2 hezar û 2 hezar û 500 TL ye. Ji xwe ez behsa hesabên din nakim. Pêlavekê min heye, pantolonekê mi nehye û tîşortekê min heye. Ji bilî van tu tiştekê min tuneye.” 
 
‘HEYA KU AKP NEÇE EV KRÎZ ÇARESER NABE’
 
Boyaci, da zanîn ku desthiladatiya AKP’ê polîtîkayên “israf û rantê” bi rêve dibe û wiha got: “Sedema xirabûna vê rewşê hikumete. Pir zêde pere xerç dike. Tenê xizm û derdorên xwe dide xebitandin  û pere dide wan. Ev ji wan re bûye firset. Heya biçin, çi hebe wê bi xwe re bibin. Ji bo ku ev krîz ji holê re be divê Serokkomarê AKP’î Recep Tayyîp Erdogan baweriyê bide her kesî û hemû kesan hembêz bike. Divê serokkomar tu partiyan negire. Berê jî alîgirî hebû, lê ne evqas bû. Niha sînor nemaye. Ji ber vê ez bawer nakim ku zû bi zû ev rewş sererast bibe. Heya ku ev hikumet neçe wê ev krîz tu carî çareser nebe.”
 
MEZÛNA 2 ZANÎNGEHAN BÊ KARE 
 
Ozge Yurtsever a 2 zanîngeh qedandine jî, diyar kir ku ligel wê lisansa bilind qedandiye jî, bê kare û wiha axivî: “Rewşa aboriyê ya heyî qet ne başe. Heya demekê min mamostetiya bi pere kir, lê ji ber ku meaşê wê kêm bû, min dest ji berda. Ez û dayika xwe bi meaşê bavê xwe yê emekdariyê debara xwe dikin. Ez kar nabînim. Ez hewl didim bi meaşê bavê xwe yê mirî debara xwe bikim. Ez niha bi dayika xwe re dijîm. Dayika min li min mêze dike. Ez hêvî dikim ku her tişt xweş bibe. Lê qet hêviya min tuneye.”
 
‘BI ZIKTÊRÎ EM DIJÎN’
 
Mahsûm Avunç ê 25 salî jî, dest nîşan kir ku ji ber polîtîkayên AKP’ê bi pêvajoya şewba vîrûsa koronayê re krîza aborî kûrtir bû û wiha bilêv kir: “Ev krîz bandoreke neyînî li gel dike. Gelek kargeh hatin girtin û bi hezaran mirov bê kar man. Em jî neçar man ku atolyeya xwe ya tekstîlê bigirin. Her ku diçe dolar zêde dibe. Esnaf rojên zor û zehmet derbas dike. Krîz niha pir mezine. Ji ber ku em dikandarin, hinek be jî em qezenc dikin, lê em nikarin debara xwe bikin. Em niha bi ziktêrî dijîn.” 
 
‘ŞERTÊN JIYANÊ ZORIN, HEVÎ TUNEYE’
 
Habîp Yaşar ê 25 salî jî, bal kişand ser krîza aboriyê û wiha hirsa xwe anî ziman: “Ez di Balafirgeha Sabiha Gokçen de dixebitîm. Di pêvajoya şewbê de ez ji kar hatim avêtin. Niha karê rojane dikim û bi vî awayî hewl didim debara xwe bikim. Min gelek caran kar nedît. Kesên li kar digerin divê bi torpîl bikin. Bêyî torpîk kes nikare bikeve çi karî. Ji ber vê mirov kar nabînin. Zorî û zehmetiyên aboriyê û bêkariyê, piştî demek şûnde, derûniya mirovan xirab dike. Ji ber vê mirov gelek caran serî li rêyên cuda didin. Derbarê pêşerojê de tu hêviyeke min tuneye. Heta bêje bace zêde bûne. Êdî dilê me bi me dişewite. Kirêyên malan pir biha bûne. Dîsa fatûreyên ceyran, gaza xwezayî û avê zêde tên. Ji xwe meaş tuneye. Êdî em behsa xwarin û vexwarinê nekin. Şert û mercên jiyanê pir zor bûne. Hêviya min nemaye. Ez bawer nakim ku ev rewşa heyî baş bibe.”
 
MA / Îdrîs Sayilgan