Esnaf ji tunebûna kar û welatî jî ji bihabûnê bi gazind in

img
WAN – Li bazara Wanê, li gel erefeya Cejna Qurbanê jî liv û tevgereke ber bi çav tuneye. Esanafên bazarê ji tunebûna kar û welatî jî ji bihabûnê bi gazind in. 
 
Bazara ku her roja pênçeşêmê li taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê tê danîn, li gel erefeya Cejna Qurbanê jî liv û tevgereke ber bi çav tuneye. Esnafên bazarê ji ber vê rewşê û welatî jî ji ber ku her roj bihayên tiştan zêde dibin, bi gazin din. 
 
‘PEREYÊ DANÛSTANDINÊ TUNEYE’
 
Emîn Takiş ku 15 sal in li bazarê zêrzewat difiroşe, diyar kir ku ji ber qeyrana aborî li gorî berê danûstandin kêm dibe. Şukru Alici ku 30 sal in esnafiyê dike jî destnîşan lir ku danûstanên hatiye ber asta sekinandinê û wiha got: “Mirov bêkar in û ji ber vê yekê pereyê wan ê ku pê danûstandinê bikin tuneye.”
 
‘BÊYÎ KAR DIFIROŞ IN’
 
Ridvan Gezer ê 25 salî ku li bazarê petêxan difiroşe jî bi lêv kir ku petêxên ku kîloya wan bi 2.5 TL’yan dikire, bêyî kar difiroşe û ev tişt got: “Li gel vê yekê jî em di firotandinê de zehmetiyan dikişînin. 50 kîlo petêx tînim, lê tenê dikarim 20 kîlo bifiroşim. Esnafî nemaye. Me berê pere dide hev lê niha em vî pereyê ku daye hev dixwin.”
 
BERPIRSYAR DESTHILAT E
 
Welatiya bi navê Halîme Abî ku ji bo kdanûstandinê hatiye bazarê jî got ku berê bi 100 TL’yî gelek tişt dikirîn lê niha bi heman pereyî dikarin tenê çend tiştan bikirin. Abî, anî ziman ku sedema herî girîng a qeyranê destghilat e.
 
TENÊ DIKARIN KÎLOYEK BIKIRIN
 
Nadîr Aktaş ku 9 meh in bê kar e û li 3 zarokan dinêre jî da zanîn ku ji ber pereyê wî tuneye ji her tiştî tenê kîloyek dikire û wiha qala rewşa xwe kir: “Em bi mûçeyê teqwîtiya bavê min debara xwe dikin. Hin caran tenê heftê rojekê diçim li înşaatê dixebitim. Pirî dema ev kar jî tuneye. Rewşa kesî ya aborî ne baş e. Herkes destvala ji bazarê vedgire mala xwe.”
 
DANÛSTANDINA BI 25 TL’YAN
 
Memîcan Sancak ku tu dahateke wê tuneye jî bi lêv kir ku bi 25 TL’yî derketiye danûstandinê û ev tişt anî ziman: “Em li malê difikirin ku dê êvarê çê çibikin. Keça min a 15 salî carna diçe kar. Heke ew pere bîne em bi pereye wê debara xwe dikin. Heke ew pere neyne em bê pere dimînin. Jiyana li bajar gelek biha û zor bûye.”
 
‘TENÊ ÇARE ARAMÎ YE’ 
 
Arîf Dûrmaz ê 60 salî ku 45 sal in amûrên zicaciyê difiroşe jî diyar kir ku ji ber pereyê mirovan tunene nikarin danûstandinê bikin û ev tişt got: “Tu ewlehiyeke min a tenduristiyê tuneye. Ji bo ku em loqek nan bibin mala xwe ji şevaqê heta êvarê dixebitin. Her roj rewş girantir dibe. Çareseriya van pirsgirêkan hatina aramiyê ya herêm û welat e.”