KESK’ê ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin 2025-10-13 15:39:46   AMED - KESK û BES bi daxwaza ku kedkarên KHK’î vegerin karê xwe ji Amedê ber bi Enqereyê ve meş da destpêkirin.    Platforma Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Cameweriyê (KESK) ji bo kesên bi Biryarnameyên di Hukmê Qanûnê de (KHK) ji karên xwe hatine derxistin dîsa vegerin ser karê xwe, ji Amedê ber bi Enqereyê ve bi dirûşma “Em ê karê xwe paşve bistînin” meş da destpêkirin. Meşvan, beriya dest bi rêya xwe bikin li Qada Şex Seîdê kom bûn û heta ber avahiya Edliyeya Amedê meşiyan. Di meşê de pankarta “Em li dijî bêhiqûqiyê dimeşin” hate hilgirtin û dirûşma “Bijî berxwedana kedkaran” hate berzkirin. Hevserokên Giştî yên KESK’ê, parlamenter, endam û rêveberên KESK’ê û gelek kes tev li meşê bûn. Li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyanî hate dayin. Hevseroka Şaxa BES’ê ya Amedê Guneş Ozel daxuyanî da.     ‘PIŞTÎ ÎXRACAN GELEK KESAN JIYANA XWE JI DEST DAN’   Guneş Ozel, diyar kir ku bi ser OHAL’ê re 7 sal derbas bûne lê bandora wê hêj berdewame. Guneş Ozelê bi domdarî got: “Di dema OHAL’ê de 125 hezar û 612 kes bi KHK’an ji karê xwe dûr hatin xistin. Ji wan 4 hezar û 259 jê endamên sendikayên girêdayî KESK’ê bûn. Piştî van îxracan, gelek kesan jiyana xwe dest dan. Hin jî wan paşê biryara vegera kar hat danîn. Lê tu berpirsiyar nehat darizandin.”    ‘XEBATÊN SENDÎKAYÎ SÛC NÎNIN’   Bi domdarî Guneş Ozelê destnîşan kir ku îro daraz di destê desthilatdariyê de ye û wiha pê de çû: “Tu mafê sendîkayî tune ye. Ji bo wê em ji Amedê heta Enqereyê dest bi meşê dikin. Em ê daxwazên xwe bigihînin Meclis û Wezareta Dadê. Em dibêjin xebatên sendîkayî sûc nînin. Bila kesên KHK’î vegerin ser karê xwe.”   ‘EM LI DIJÎ ŞER BÛN LEWMA HATIN ÎXRACKIRIN’   Hevserokê Giştî yê KESKê Ahmet Karagoz jî diyar kir ku wan heta niha gelek caran dengê xwe kir lê nehate bihîstin û ev tişt anî ziman: “Gelek hevalên me hatin îxrackirin. Lê sedem nehat gotin. Em li vir dibêjin; em ji ber ku li dijî şer bûn, ji ber ku bi gelê Kurd re bûn, ji ber xwebatên xwe yên sendîkayî hatin îxrackirin.”    MEŞ DÊ 5 ROJAN BIDOME   Piştî daxuyaniyê meşvanan ber bi Enqereyê ve dest bi rêwîtiya xwe kir. Meş dê 5 rojan bidome. Karker dê ji ewil biçin Rihayê û piştre jî li gorî rêzê derbasî bajarên Semsûr, Dîlok, Edenê, Mersîn û herî dawî Enqereyê bibin.